Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Yezda Havîn: ‘Îran di rewşeke çawa de ket sala 2022’yan’

 

ÎRAN DI REWŞEKE ÇAWA DE KET SALA 2022’YAN
YEZDA HAVÎN / XWEBÛN

Rejîma Îranê di sala 2021’ê de ji ber siyaseta xwe ya qirker, polîtîkayên nijadperest, dewletperest û zayendtperest bi pirsgirêkên siyasî, dîplomatîk, aborî, civakî û jiyanî ket sala 2022’yan. Civaka Îranê ji ber vê siyaseta qirker û polîtîkayê, jiyana xwe di bin zext û zordariyeke mezin de derbas kir. Di encama vê de gelê li Îranê dijîn pêvajoya sala 2021’ê heya sala 2022’yan de ruxmê hemû zext û zordariyên dewletê jî bi xwepêşandanan li ser piyan bûn. Ev bû sedem ku gel di nav şert û zirûfên giran de bêzar bimîne.

Êdî ji polîtîkaya têrbûnê zêdetir xizantî û birçîbûn gel terkî jiyana êşkişandinê kiriye. Lê ji ber ev gel xwedî dîrokeke berxwêder û tekoşînê ye û gelek caran bi hêza xwe hikûmet serobino kiriye, carnan heta hilweşandinê bi bandor bûye û ev jî weke kevirekî mezin li ser dilê dewletê sekiniye.

Ev rastî di dewletê de diltebînî û metirsiyeke mezin avakiriye. Ji bo vê yekê niha nakokiya ku di navbera dewlet û gel de vebûye, nîşaneya şer û pevçûneke mezin nîşan dide. A rastî di nava vê kaos û qeyranê de rejîma Îranê wê ber bi çi ve biçe, mijara meraqê ye.

Weke qutiya pandorayê ya veşartî ku gelo wê çi jê derkeve. Em ê bi hev re bişopînin, tekez dê di demeke kurt de biteyise derve.

Du rê li pêşiya dewleta Îranê hene; an wê wekî berê siyaseta xwe ya xapînok têxe dewrê, nakokiyê di navbera xwe û civakê de bi şêwazên nermik daxîne asta herî kêm, an jî wê bi şêwazê hişk civakê bitepisîne û biperçiqîne.

Gelo wê niha di vî halê heyî de, rejîma Îranê kîjanê tercîh bike? Wexta mirov li rastiya civakê binêre dibîne ku wê herdu rêyan jî bi hêsanî tercîh neke.

Êdî pêşketinên ku niha li Îranê rû didin rejîma Îranê xistiye tengazariyeke mezin. Derfetê tercîhê ji holê rakiriye. Ji ber herdu jî bi pêşketinê ve girêdayî ne. Yek yekê bandor dike. Li gorî texmîn û pêderxistinên me dê di qutiya pandorayê de, wê şer û pevçûn derkeve.

Di vê çarçoveyê de; eger di sala 2022’yan de rejîma Îranê dev ji nêzîkatî û ferasetên xwe yên kevneşopî yê weke statukoparêz a klasîk, mûhafezekar, dewletparêzî, nijadparêzî û zayendparêzî bernede wê nikaribe gavên tendurist ber bi demokratîkbûnê ve bavêje. Wê ev jî bibe hilweşandina komara Îslamî ya Îranê. Ji bo rê li pêşya hilweşandinê bigire, divê çareseriyeke demokratîk û mayînde peyda bike. Ji bo vê eger modela neteweya demokratîk esas negire û hemû pêkhateyên xwe hembêz neke wê têkeve nava çiraveke bêserûbin.

Eger kom û pêkhateyên ku li Îranê dijîn nakokiyên navxweyî çareser nekin û rêxistineke navxweyî ava nekin wê nikaribin demek dirêj tekoşîna azadî û demokratîk bidin meşandin. Lê eger nakokiyên navxweyî çareser bikin, rêxistin û tekiliyeke rast ku xwe bispêre hêza xwe çêbike wê weke hêzeke alternatîf a demokratîk derkeve holê. Wexta gel weke hêzeke alternatîf a demokratîk derkeve holê, wê dewlet mecbûrî gel bibe û mecbûr bimîne ku guhertinan pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv