ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ:
SALVEGERA 4’AN A ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ PROTESTO KIRIN
Bi boneya 4. salvegera dagirkirina Efrînê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr meşek girseyî hat lidarxistin.
Girseya gel li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ber bi kona nobetê ya li hemberî hewldanên dewleta Iraqê a ji bo dorgirtina wargehê ve meşiyan.
Piştî meşê, li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Filîz Bûdak axivî.
Bûdak di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya Efrîniyan silav kir.
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi berxwedan li hemberî dagirkirina Efrînê jî kir.