Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Gelo polîtîka HDP’ê ya tifaqê şaş e?’

 

GELO POLÎTÎKA HDP’Ê YA TIFAQÊ ŞAŞE?
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Şirîkatiya AKP/MHP’ê di 20’ê Sibata 2018’an de ava bû. Xerca bingehîn a vê şirîkatiyê dijminatiya li dijî Kurda ye. Erdogan û Bahçelî, di fîkra “jiyankirina mutleq a Tirkîtiyê de” mutabiq in.

Desthilata AKP/MHP’ê hikumeteke şerê taybet e û ya ku vê hikumetê li desthilatê digire jî ev taybetiya wê ye.

Lê belê desthilata AKP/MHP’ê tenê bi şirîkatiya van du partiyan nameşe. Di dijminatiya li dijî Kurdan de şirîkatiyeke mezintir ku TSK, MÎT, CHP, ÎYÎ PARTÎ, DEVA, Prînçek û ji çepê sexte yê Tirk jî di nav de cih digirin mijara gotinê ye.

Tawîzdayîna artêşa Tirk a ji rêgezên Kemalîst-modernîzma sekuler; xwedûrxistina CHP û ÎYÎ Partî ji çalakiyên ku zorê bide AKP/MHP’ê; dûr mayîna ji Kurdan û HDP’ê ya hin rêxistinên ku xwe wekî çepgir nîşan didin, di bingeha xwe de ew aqilê dewletê ye ku li ser bingeha dijminatiya li dijî Kurdan pêş dikeve.

Medya desthilatê, rêveberên AKP û MHP’ê jî êdî lixwe mikur tên ku krîzek heye, lê belê xwe dispêrin derewan ku “hêzên derve” krîzê derdixin.

Di tabloyeke bi vî awayî de, bername, îdeolojî û zîhnîyeta bloka CHP/ÎYÎ Partî; li dijî desthilata AKP/MHP’ê alternatîfa mîzîgîniya “pêşerojeke xweştir” nîne. Ev jî heqîqeteke zelal e. Di pêvajoyeke ku rojeva bingehîn niqaşên li ser hilbijartinê ne, ne pêkane ku herdu blok jî bi tena serê xwe bibin desthilat û hatiye fêmkirin ku desthilata yekzilamî jî bi tercîha HDP’ê dikare li ser postê desthilatê bimîne. Ya vê dengeyê xera bike û kilîdê veke jî hêza HDP’ê ye.

Di vê noqteyê de desthilata Erdogan, bi polîtîkayeke nepenî dixwaze HDP’ê tenê bihêle û vê “mifteyê” bidest bixe.

Li ser maseya qumarê destê Tayîp Erdogan di rewşeke qumarbazê xerab de ye.” Bêyî ku reng bide û dizane wê winda jî bike bi berdewamî dilîze. Armanca wî ne ewe ku destê xwe yê xirab baş bike, li hêviyê ye ku destê lîstikvanên din jî xera bibe.

AKP û Erdogan, li her alî dûbare dike ku HDP kurdayetiyê dike, siyaseta nasnameyê dimeşîne, li aliyê din jî propogandaya “HDP ketiye bin bandora çepê Tirk, bi Kurdan re têkildar nabe” pêş dixe.

CHP, ÎYÎ Parti, ODP (Sol Parti), Perinçek û TKP jî tevlî vê propogandayê dibin û ji bo HDP marjînal bibe piştgirî didinê.

Yên herî zêde argumana “HDP ketiye bin bandora çepê Tirk, bi Kurdan re têkildar nabe” bikar tînin jî ji Erdogan û AKP’ê zêdetir PDK, HUDAPAR, partiyên PDK’yî yên li Tirkiyê û kesên wekî Metiner, Miroglu û Tan dikin.

Tevî ku HDP bi teroreke mezin a dewletê, entrîkayên darizandinê, qeyûm û fezlekeyan re rû bi rû ma jî, hêza xwe parast û heya roja me ya îro hat. Ku li dewsa HDP’ê AKP an jî CHP bi van kiryaran re rû bi rû mabûya wê ji zû de deriyê xwe kilîd bikira û ji qada siyasetê rabûya.

Ji ber ku HDP di her şert û mercî de xwedî li armanca avabûnê, bername û rêgezên xwe derket, gel jî xwedî lê derdikeve. Di encama van têkiliyan de HDP, li Tirkiyê bûye hêza diyarker a siyaseta Tirkiyê.

Ya divê were kirin ne ewe ku HDP dest ji tifaqên heyî berde, berovajî; ew alî û kesên li derveyî vê tifaqê mane teşwîq bikin ku tifaqeke mezintir pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv