ŞÊNIYÊN DÊRIKÊ:
PKK VÎNA KURDAN E DIVÊ JI ‘LÎSTEYA TERORÊ” WERE DERXISTIN
Di çarçova kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê de Meclisa navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo çalakî li dar xist.
Çalakî bi dirûşma “Na ji terora navnetewî ya li ser PKK`ê re, PKK vîna gelê Kurd e, divê ji “lîsteya terorê” were derxistin” pêk hat.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, dayîka şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa û ji Koordînasyonê Giştî yê Meclisa Giştî ya Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidê daxuyanî dan.
Hewas Cidê destnîşan kir ku PKK, ji bo azadiya hemû gelên bindest û mirovahiyê têdikoşe.
Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî got: “PKK ji dehan salan ve ji bo tunekirina terorê têdikoşe.”
QEDEXEYA LI SER PKK’Ê
LI WELATÊN EWRUPAYÊ CIWAN DI TEVGERÊ DE NE
Ne tenê li welat, Tevgerên ciwanan li gelek navendên Ewrupayê ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin dinava tevgerê dene.
Li bajarê Hannover yê Elmanyayê, bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronî standa îmze komkirinê hat danîn.
Di çalakiyê de gelên herêmê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin hatin agahdar kirin û gelek îmzehatin komkirin.
Li bajarê Lleîda yê girêdayî Katalonya jî ciwanên Enternasyonalîst standeke îmzeyan danîn.
Di çalakiyê ji bo PKK’ ji listeya terorê de wer derxistin belavok li ser gelên herêmê hatin belav kirin.
Xelkê herêmê eleqeyek baş nişanî çalakiyê dan îmze dan kampanyayê.