YEKÎTIYA JINÊN CIWAN LI SILÊMANIYÊ
PROJEYA ÇANDA XWENDINA PIRTÛKÊ DA DESTPÊKIRIN
Teknolojî her ku pêş dikeve, mirov jî ji xwendina pirtûkan dûr dibin.
Bi taybetî jî ciwan…
Yekitiya Jinên Kurdistanê, li Silêmaniyê ji bo xwendina pirtûkan di nav ciwanan de bidin heskirin, projeyekê dane destpêkirin.
Proje bi navê “Çanda pirtukxwendinê” birêve diçe.
Heftiyê rojekê jinên ciwan kom dibin û li ser pirtukekê niqaş dikin.
Heta niha çar caran jinên ciwan li pirtukxaneya Tewar kombûne û nêzî 20 jin bejdar dibin.
Ji rêveberên pirtukxaneya Teware Sanya Kamil dibêje: “Armaca me ewe di nav ciwanan de çanda pirtûkxwendinê pêş bixin.”