ÇALAKIYA NOBETA EDALETÊ 192 ROJ LI PEY XWE HIŞT
ŞANDEYA HDK’Ê ÇÛ SERDANA EMÎNE Û FERÎT ŞENYAŞAR
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, 192 roj in li ber dadgeriya Rihayê li edaletê digerin.
Malbat her sibeh berê xwe dide “Quncika edaletê” û dest bi nobeta xwe dike.
Endamên Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê ya Balikesîrê, çû serdana malbatê.
Ji rêveberên HDK’ê Mehmet Çelîkten li vir piştgirî da malbatê û got; “Neheqî li kesên ku li ber deriyê Qesra Edaletê li edaletê digerin tê kirin.”