Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Sistkirina têkoşînê xwekuştin e

 

SISTKIRINA TÊKOŞÎNÊ XWEKUŞTIN E
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Pêngava “Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re na; Dem Dema bidestxistina azadiyê ye” ya ku Konseya Rêveber a KCK’ê di 12’ê Îlona 2020’an de ragihandibû, sala xwe bi dawî kir. Armanca vê pêngavê ew e ku gelê me yê li her çar beşên Kurdistanê, nexasim li Ewrûpayê û li tevahiya derveyî welat, tevlî pêngavê bike. Di qonaxekê de ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike, hevgirtî tênekoşîna gelê Kurd wê bihişta ku Gelê Kurd lawaz bibe. Ji vî aliyî ve gîhandina hev a hêza gelê Kurd hemûyî û li çar beşên Kurdistanê gihandina armancên xwe, gelekî girîng e. Herçend hin xweserbûn hebin jî, heta têkoşîneke hevgirtî neyê meşandin, li ti parçeyê Kurdistanê, Kurd nikarin bigihên jiyaneke azad û demokratîk.

Di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tişta ku gelê Kurd herî zêde pêdivî pê heye, ew e ku li dijî hêzên dijmin, gelê Kurd hêza xwe ya têkoşînê bigihîne hev. Ti parçeyê Kurdistanê, nabe ku li hemberî têkoşîna li parçeyekî din tenê temaşevan be. Ji ber ku dewleta Tirk di dijminahiya gelê Kurd de pêşeng e, nexasim jî di têkoşîna li hemberî vê dewletê de gelê Kurd hemû divê hestiyar be. Heta têkoşîna li Bakurê Kurdistanê nebe, li ti parçeyê din ê Kurdistanê destketiyên heyî nayên parastin.

Heta li Rojhilata Navîn têkoşîn neyê kirin, ti destketî nayê parastin. Ev yek nîşan dide ku bi taybetî, ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe, têkîliyên xwe yên bi dewletan re esas digirin, bê têkoşîn ti tişt nayê bidestxistin. Li aliyê din, tê zanîn ku dewletên herêmî, di mijara pirsa Kurd de çav li hev dikin. Ev hemû, girîngiya birêxistinbûn û têkoşîna gelê Kurd nîşan didin. Di vê demê de mumkin e, ev parçebûna li 4 beşan a di sedsala 20’an de ku zemînê qirkirina Kurdan ava kir, Kurd veguherînin avantajekê. Ev yek jî hingê pêk tê, gava ku aliyên kurd li hemberî têkoşîna gelê Kurd a li her beşê didome, xwe berpirsiyar bibînin.

Di daxuyaniya KCK’ê de, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, azadiya Rêber Apo û bidawîkirina dagirkeriyê, weke hedefên sala 2’yan a pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” hatibûn destnîşankirin. Jixwe, heta faşîzma AKP-MHP’ê têk neyê birin, ne li Tirkiyê û ne jî li Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk tê. Tirkiye weke navendeke hercure zext, zordarî û paşverûtiyê ye. Sîstemên zextê û paşverûtiyê yên li Rojhilata Navîn hemû, çavkaniya wan, zêhniyet û polîtîkayên dewletaTirk ên heyî ne. Ji vî aliyî ve divê her hêza ku doza azadî û demokrasiyê dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê hedef bigire. Bi taybetî jî ji bo Kurdan, ji bo gihîştina jiyaneke azad û demokratîk, ji hedefgirtina vê desthilatdariyê wêdetir, ti rêya din nîne. Ji ber vê yekê, ji bo çûyîna vê desthilatdariyê li hêviya hilbijartinê mayîn, bêtêkoşînhiştina gel e. Stratejî û taktîkên têkoşînê divê li ser esasê têkbirina vê desthilatdariyê werin avakirin. Azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi vî rengî tê bidestxistin. Jixwe, têkoşîna li dijî dagirkeriyê, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKPMHP’ê jî, têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye.

Li hemberî dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya îro ku di dijminahiya Kurdan de pêşeng in, sistkirina têkoşînê, ji bo Kurdan xwekuştin e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv