KOMELEYA KARKERÊN MEZOPOTAMYA:
MÎT’A TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GEFA SÎXURIYÊ LI ENDAMÊN ME DIXWE
Serîde siyasetmedar, gelek kes ji bakurê Kurdistanê ji ber zext û zora dewleta Tirk derbasî başûrê Kurdistanê bûne.
Dewleta Tirk a dagirker ku mafê jiyanê li Kurdan teng kiriye, niha jî li başûrê Kurdistanê van zextan didomîne.
Welatiyên ku ji bakur derbasî başûr bûne ji xwe re kiriye hedef.
MÎT’a Tirk van kesan tehdîd dike û gefa sîxuriyê li wan dixwe.
Yek ji van kesan jî Ferhad Bariş Kondû ye.
Di sibeha 16’ê îlonê de keseke bi rûpoş, li cihê kar bi çekê êrişî Ferhat Bariş Kondu kir.
Ferhat ê ku bi giran birîndar bû, rakirin nexweşxaneya şar a silêmaniyê.
Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, li ser mijarê li ber Nexweşxaneyê daxuyanî da çapemeniyê…
Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mûsa Çîftçî daxuyanî xwend û bal kişand ser gef û tehdîdên MÎT’a Tirk.
Mûsa Çîfçî bang li NY’yê û YNK’ê kir û got:
“Hûn neçarin ku ewlehiya canî ya koçberên siyasî bigirin. Hûn neçarin di vê mijarê de bibin xwedî însiyatîf.”