GIRTIYÊ SIYASÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
XIZMÊN GIRTIYAN BANG KIRIN: DENGÊ GIRTIYAN BIBÎHÎZIN
Girtiyên siyasî li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê ku li zindana dide meşandin di grevê de ne.
Yek ji wan jî Engîn Bulut e ku li zindana Kurkculer tê ragirtin.
Ew di 13’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.
Engîn Bulut bi rêya telefonê bi xwîşka xwe Pinar Bûlût axivî û bi van gotinan behsa zextên li zindanê kir.
Gardiyanan ji min re got, ‘Em ê te bibin girtîgeheke nêzî xwişka te.
Henekê xwe min kirin.
Paşê min birine Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê.
Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li min ferz kirine.
Ji ber van çewisandin û binpêkirinên mafan min dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
Girtiyê siyasî Tûfan Îlbaş yê li zindana Tekirdagê tê ragirtin jî ji malbata xwe ragihand ku li zindanê ‘îşkence heye, binpêkirinên mafan hene.
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ XERAB E!
DAYIKA GIRTIYÊ SIYASÎ ROJHAT AYDIN: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN
Rewşa girtiyê nexweş Rojhat Aydin jî di rewşeke metirsîdar de ye.
Dayika wî Hemê Aydin da zanîn ku ji ber nedermankirina kurê min helîna hestiyên destê wî her diçe giran dibe.
Dayik Hemê diyarkir ku demildest divê girtiyên nexweş werin berdan.