Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyê siyasî Mehmet Hanefî Bîlgîn jiyana xwe ji dest da

 

JI ZINDANÊN DEWLETA TIRK CENAZEYEKÎ DIN DERKET
GIRTIYÊ SIYASÎ MEHMET HANEFÎ BÎLGÎN JIYANA XWE JI DEST DA

Li girtîgehên Tirkiyê her diçe rewş xerabtir dibe û girtî di bin zilmê de ne.

Her dawî rayedarên zindana bajarê Bolu ya tîpa F’yê ragihandin ku girtiyê Kurd Mehmet Henefî Bîlgin ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da ye.

Rêveberiya zindanê li malbatê geriya û ev agahî da malbata Bîlgîn.

Her wiha bêyî agahdarkirina malbatê Cenazeyê Bîlgîn ji bo otopsiyê rakirine saziya Tipa Edlî ya Enqereyê..

Malbata Bîlgîn tevî parlementerê HDP’ê û parêzerên OHD’ê ji bo cenaze werbigrin çûn li ber Saziya Tiba Edlî ya Enqerê..

Piştî otopsîyê wê cenazeyê Mehmet Henefî Bîlgin li navçeya Dara Hênê ya Çewligê were veşartin.

Bîlgîn nêzî 30 sale li girtîgehê de dihat girtin û li gor cezayê lê hatî birîn wê 5 meh piştre serbest hatiya berdan.

Her wiha girtiyê nexweş bû û 3 caran ameliyatê dil bûbû.

Malbatê ji mirina Bîlgîn wezareta Edaletê û hikûmeta tirk weke berpirsiyar nîşan da.

Birayê Mehmet, Weysel Bîlgîn got: Me xwest birayê min sewqî girtîgehên navçeyê bibe lê hat redkirin, em li benda berdana wî bûn lê agahiya mirina wî hat.

Piştî agahiya Bîlgîn ket rojevê ji rêveberên HDPê jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Umît Dede diyar kir ku “Mixabin em hîn bûn ku di demên dawî de mirineke nû ji girtîgehan zêde bûye.

Di 3 mehên dawî de li girtîgehan de 8 cenaze derketin.

Kesek nikare mirina Bîlgîn ji polîtîkayên hikûmetê ku girtîgeh vediguherandine malên mirinê, cuda bigire dest.

Em hemberî êrîşa sîstematîk a li ser girtiyan em ê têkoşîna xwe mezin bikin û ji kesên bune sedama van mirina hesabê bixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv