“BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN”
ÇALAKIYA LI AMED Û WANÊ YA MALBATÊN GIRTIYAN DEWAM DIKE
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Amed û Wanê dewam dike.
Çalakiya li Amedê di roja 76’an de dewam kir.
Dayika girtiyê bi nexweşiya giran Civan Boltan, Nazîme Boltan di çalakiyê de axivî.
Çalakiya li Baroya Wanê jî 51 roj in dewam dike.
Vê carê endam û rêveberên rêxistina HDP’ê ya navçeya Westanê serdana çalakiyê kirin.
Hevserokê HDP’a Westanê Racî Aktaş destnîşan kir ku kurd ti carî vê zilmê qebûl nakin û li dijî wê têdikoşin.
Malbatên girtiyan destnîşan kir ku heta encamekê bigrin wê çalakiya xwe bidomînin û xwestin civak zêdetir xwedî li berxwedana wan derkeve.