Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Hovîtî, hêvî û serkeftin’

 

HOVÎTÎ, HÊVÎ Û SERKEFTIN
AYSEL AVESTA /POLÎTÎKA AZAD

Meha çile ji bo gelê Kurd meheke tije êş û xemgînî û di heman demê de bi serkeftinên dîrokî dagirtiye. Di vê mehê de gelê Kurd ji bo jiyaneke azad û bi rûmet gelek berdêlên giran dan û hîn jî didin.

Li Kobanê berxwedêrên axê 134 rojan li hemberî çeteyên hov ku bûbûn bela serê mirovahiyê berxwedana rûmetê dan û rizgariya Kobanê diyarî gelan kirin. Dîsa li hemberî tarîtiya hezarên sala cara yekem agirê Şoreşê li Kobanê hat dadan û rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat ragihandin. Ev çirûska pêşî ku li Kobanê pêket, gav bi gav belavî hemû herêmên Bakûr û Rohilata Sûrî bû û li cîhanê deng veda.

Ji wê rojê û heya niha ji bo parastina van destkeftiyan li hemberî hemû êriş û polîtîkayên şerê taybet, berxwedaneke bê eman tê dayin. Yên herî zêde di şer û avakirina vê pergalê de rol lîstin jî bêgûman jin bûn. Jinan dikaribûn di hemû warên jiyanê de hebûna xwe di şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de îsbat bikin û hovîtiyên çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedaniya xwe têk bibin. Ji lewma şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê pênasekirin.

Dîroka desthiladaran û pergala wan pênc hezar sal in bi rengê mêran hatiye avakirin û rêvebirin. Tevgera azadiya gelan a ku bi hizrên Rêber Apo hatî pêşxistin jî, li ser esasê azadiya zayenda pêş dikeve. Ev model, bi şoreşa Rojava re li hemberî her cûreyên êrişên hov, bû hêvî û serkeftinên mezin bi xwe re anî.

Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşeke ziman û perwerdehiyê ya zarok û ciwanan. Îro perwerdeya netewa demokratîk li Rojava û Bakur û rojhilatê Sûriyê şîn û şênber dibe. Ev şoreş, bû dengê gelên bindest û demokrat ên cîhanê.

Ji ber wê ye ku pergala desthilatdar her tim êrişî van destkeftiyan dikin û jinên pêşeng dikin hedef, da ku pergala li dora jinê tê avakirin ji holê rakin. Serkêşiya van êrişan jî Erdogan dike. Dewleta Tirk a dagirker ku tahmûlî aramî û pêkve jiyana gelan nake, rojane bi plan û hesabên qirêj êrişî vîna wan dike. Bi polîkatiyên taybet hewl dide fitneyên di nava gelan de çêbike, da ku xeyalên xwe yên dema Osmanî li herêmê serwer bike.

Jixwe Erdogan êdî vê yekê ne bi dizî bi awakî eşkere li pêş çavê cîhanê dike. Li aliyekî êrişî Şengalê dike, li aliyê din rojane gefên êrişan li xelkê Mexmûrê dixwe. Herî dawî jî ji bo careke din şaneyên weşartî ên çeteyên DAIŞ’ê zindî bike êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir. Lê çawa xeyalên wî li Kobanê û Şengalê têk çûn careke din li Hesekê jî derba sêyemîn xwar.

Piştî berxwedana 7 rojan a hêzên parastina gelan çeteyên DAIŞ’ê têk birin û herêm kontrol kirin. Bi vê pêngava ku weke “Pêngava Gurzê Gelan” hatîbû bi navkirin, li hemberî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kir û hêvî û serkeftin diyarî gelan kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv