XELKÊ TAXA WEHDE YA KERKÛKÊ:
RAYEDARÊN BAJÊR TU XIZMETÊ LI TAXÊ NAKIN
Piştî ku desthilata bajarê Kerkûkê guherî, xizmetguzariya li nav bajêr jî hema bêje rawestiya ye.
Li taxan xizmet nayê kirin û ji ber vê yekê jî gel di rewşeke xirab de ye.
Xelkê taxa Wehde ya Kerkûkê, çalakiyek lidar xistin û xwestin pirsgirêkên wan werin çareser kirin.
Şêniyên taxê ragihandin ku ava vexwarinê nîne û xizmetên din jî nayên kirin.