Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şandeya CPT 14 rojan li Tirkiyê ma lê neçû serdana Îmraliyê 28.01.2021

 

KOMÎTEYA PÊŞÎLÊGIRTINA ÊŞKENCEYÊ
ŞANDEYA CPT 14 ROJAN LI TIRKIYÊ MA LÊ NEÇÛ SERDANA ÎMRALIYÊ

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê-CPT ragihand ku di navbera 11-25’ê vê mehê de çûye Tirkiye û li gelek girtîgeh û navendên binçavkirinê lêkolîn pêk anîne..

Tevî ku CPT bi xwe eşkere kiribû li Îmraliyê tecrîdeke giran heye jî, lê endamên şandeya wê di serdana dawî de li ser rewşa dawî ya giravê lêkolîn pêk neanîn..

Tişta balkêş jî ew e ku CTP têkildarî Îmraliyê, tenê pirsê ji kesên mîna Suleyman Soylu û rayedarên AKP’ê kirine..

Ev kesên mijara gotinê jî ji destpêkir ve alîgirên tecîrdê ne..

Di daxuyaniya CPT’ê de hatiye gotin,

Li ser helwesta li hemberî kesên tên binçavkirin û rewşa girtiyan nîqaş hatiye kirin.

Bi taybet jî ya jin, zarok û kesên cezayê muebedê li wan hatiye birîn..

Endamên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê di nava 14 rojan de çûn serdana gelek girtîgehan..

Tevî ku herî zêde maf li zindanên Tirk ên li Kurdistanê têne binpêkirin jî CPT tenê li Zindana Amedê hin lêkolîn pêk anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv