BI RUHÊ KOBANÊ
RÊŞAD SORGUL / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Di salvegera rojên reş û xweş de bibîranînên me hene. Sal bi sal jî li gorî bûyerên li dora me diqewimin û heta li gorî rewşa dinyayê ango li gorî sar û germayê hestên me û pê re fikrên me bi awayekî din bi gewde dibin. Xwe ji nû ve dirêsin û dihûnin. Ev dihêle ku em karibin ji nû ve û ji awirekî din li bûyerên di bîr û bibîranînên xwe de bibînin û belkî hewce bike em ji nû ve li ser wan biponijin.
Îca, dema ez îro li dagirkeriya li Efrînê, li Girêspî û Serêkaniyê û ji wir jî li bombardûmankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê -bombardûmankirina ciwanên-gerîlayên her çar beşên Kurdistanê- û tevgera dagirkeran a heta bi Mûsil û Kerkûkê dinêrim, û berxwedana Kobanê bi bîr tînim.
Di dema berxwedana Kobanê de bi taybetî ciwanên ji Bakurê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê difirin, diçin Kobanê û xwe diavêjin nava agirê têkoşînê. Gotina Kurdan a dîrokî bi ruh dibe û dibêje; “Lêxinê lawo lêxinê îro roja xîretê ye”. Dil û kezeb bi hev re ne. Rûkenî û rondik bi hev re ne. Can û canan bi hev re ne. Ji vê bextewariyê xweştir bextewarî nîne û ev dike ku ev roja bextewariyê bi Kurdan tenê nemîne bibe roja cîhanê.
Em dîsa li bûyerên îro vegerin. Bi taybetî dijmin û dagirkerê sereke yê bi qirkirina Kurdan sondxwarî dewleta Tirk û dagirkerên din li ser Kurdan pîlanên xwe, dekûdolabên xwe yên bi armanca qirkirinê digerînin.
Heger Kurd bi ruhê Kobanê li ber dijmin û dagirkeran bisekinin; bi siyaseteke pêşbîn û taktîkxurt; bi aqilane û îdeolojî tevbigerin, dagirker wê ji ya xwe bêne xwarê. Di vî warî de berpirsiyarî ya her kesî ye. Çawa ku her kes ber bi Kobanê ve bê hesabê şexsî û hizbî diçû û bi vê jî gelek kêfxweş bû, îro jî bi heman ruhî rabin, wê şadiya mîna ya Newrozê tahm bikin. Ma mirov van dijminên bav û kalan ên nabin dostê lawan, bişikîne; van dijminên ku jinên Kurdan ji Şengalê birin li bazaran firotin li erdê bixîne; van hovên ketine Efrîna bihuşt, derxîne û pozên wan bifirkîne, ne xweşiya herî mezin e. Ma cîhana pêşverû jî wê bi vê bextewar nebe. Silav li ruh û rewanê Kobanê.