XWEZAYA ROJHILATÊ KURDISTANÊ
DI BIN ÊRIŞEKE GIRAN A REJÎMA ÎRANÊ DE YE
Rojhilatê Kurdistanê bi bedewî, şênkahî, av û berhemdariya xwe navdar e.
Zozanên Hewraman, bax baxçe, bostan û gola Zirebar a Merîwanê, ji bo mirovahiyê wekî diyariyekê ne.
Bedewiya çiyayên Şaho û Kosalanê tenê bi dîtinê dikare were vegotin.
Rezên Serdeştê, baxçeyên sêvan ên warê Zerdeşt Ûrmiyê…
Lê belê ev xweza dewlemend di bin êrişên desthilatên Kurdistanê de ye.
Salên borî li gelek deveran daristan hatin şewitandin.
Gelek jîngehparêzên Kurd, dema vemirandinê de jiyana xwe ji dest dan.