Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xeleka 8’an a lixwemukirhatinên Peker: ‘Dewlet bi rêya min û Sadat’ê çek ji DAIŞ û El Nûsrayê re şandin

 

XELEKA 8’AN A LIMUKIRHATINÊN PEKER
DEWLET BI RÊYA MIN Û SADAT’Ê ÇEK JI DAIŞ Û EL NÛSRAYÊ RE ŞENDIN

Lîderê rêxistina sûc Sedat Peker îro bi videoyeke nu, hin sûçên din yên dewleta trik eşkere kirin

Peker şahidî dike ku dewleta Tirk bazirganiya çek û cebilxaneyan li gel DAIŞ, El Qaîde û El Nûsrayê kiriye û vî karî bi navê rêxistina SADAT û damezrînerê wê Adanan Tanriverdî kiriye.

SADAT yanî “Şêwermendiya Ewlekariya Navneteweyî” 28’ê Sibata sala 2012’an bi talimata Tayip Erdogan, ji aliyê tuggeneralê tewaqîdbûyî Adnan Tanriverdî ve hat avakirin.

Di wê pêvajoyê de li Sûrî şerê navxweyî dijwar bibû û gelê Kurd li Rojava dest bi têkoşîna xwe a azadiyê kiribû.

Dewleta Tirk ji ber hasasiyeta pêvajoya çareseriyê, wê demê dijmunahiya xwe ya li hemberî kurdan bi rêya şîrketa SADAT’ê pêkdiani.

Ji bo kiraseke fermî li pêwendiya hukûmet û SADAT’ê were kirin jî Adnan Tanriverdî Tebaxa sala 2016’an weke şêwermendê Erdogan hate erkdarkirin.

Ew bû yek ji mirovên herî nêzî Erdogan.

Êdî cihê xwe di nava civînên MGK’ê de girt û di nava demeke kurt de asta wî hate bilindkirin..

Ev yek dema êrişa dagirkeriyê li dijî Efrînê jî eşkere derket holê.

Di vê pêvajoyê de şîrketa SADAT jî li Sûrî, Iraq, Lîbya û Karabaxê lez da xebatên perwerdekirina çeteyên paramilîter.

Sedeta Peker di beşeke axaftina xwe a îro de behsa piştperdeya desteka ku Tirkiyê dide komên çete bi van gotinan eşkere kir:

Pêşî bi rêya TIR’ên Mîtê çek û cebilxane ji bo çekdarên li Sûrî re şandin.

Lê piştî ku ev yek deşîfre bû, şîreketa SADAT ket dewerê.

Bi organîzasyona şîrketa Adanan Tanriverdî û Mît’ê, kesên mîna min û şirketên alîkariyê hatin bikaranîn.

Wê demê kamyonên çekan li ser navê min dihatin şandin, lê min bi xwe ew nedişandin.

Ew karwanên cebilxaneyan bêyî ku werin astengkirin, yekser radestî El Nusrayê dihatin kirin.

Dîsa di navbera Sûrî, Tirkiyê, û Lîbya û Tirkiyê de bazriganiya petrol, baqir û Alumînyûmê dihate kirin.

Bi mîlyaran dolarên ku tê qezenc kirin naxin kasa welêt û xizmeta gel. Hemû di nava 4-5 malbatan de tê par kirin.

Ev bazirganî bi destûra berpirsê rêveberiya pêwendiyan a serok-komariyê Metîn Kiratli ve dihate kirin.

Li derve jî mesele ji aliyê Murat Sancak ê girêdayî Berat Albayrak ve dihate organîzekirin.

Ji aliyê El Nusrayê ve kesê ji van bazirganiyan berpirsiyar Ebû Abdurrhamn bû.

Di sala 2016’an de, Rusyayê bi awayekî zindî bazirganiya petrolê ya di navbera malbata Erdogan û DAIŞ’ê de bi raya giştî re parve kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv