JI SERKIRDÊN PDK’Ê EDHEM BARZANÎ:
LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û TALANKERIYA DEWLETA TIRK, EM BIBIN YEK
Endamê Meclîsa Rêveberiya PDK’ê Edhem Barzanî têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re şand.
Barzanî di nameya xwe de îşaret bi xeteriya dagkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir û wiha dibêje:
“Em hemû jê agahdarin ku dema derbasbûyî de erdnîgariya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînana xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dagirkirinê.
Li gelek deveran artêşa dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometreyan pêş de hatiye û xaka Kurdistanê bi rêbazên dij huqêqî xistiye bin dagirkeriya xwe a leşkerî.”
Edhem Barzanî ku li gel tevgera dagirkeriya û wêrankirina axa Başûrê Kurdistanê, bi bîr xist ku heta niha bi dehan Kurd ji ber êrişên artêşa Tirk şehîd bûne û hejmareke zêde jî neçar mane cih û warên xwe berdin.
Têkildarî wêrankeriya dewleta Tirk ku li xwezaya Kurdistanê dike jî Barzanî dibêje;
“Warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek netewî ya Kurdan e û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cihanê ye, bi awayek sîstematîk û pilankirî tê şewitandin û talan kirin.”
Endamê Meclîsa Rêveberiya PDK’ê Edhem Barzanî herî dawî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk vê bangê dike:
“Bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim.
Çi bi rêya giftûgo û danûstandinên dû alî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aşti û mafê mirovan re nîşan didin, dengê xwe bilind bikin da ku pêşî li dagirkeriyê were girtin.
Ji dîroka dewleta Tirk jî diyar e, her coxrafiyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderun e.
Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê du dilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin.
Wext hatiye ku em li dijî êrişan bibin xwedî helwest.”