XEBATÊN KNK’Ê ÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HEYETA KNK’Ê SERDANA RÊXISTINA BEYIT NEHREYIN A AŞÛRIYAN KIR
Heyeta KNK’ê bi serokatiya hevserok Zeynep Mûrad ev hefteyeke li Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtinan dike.
Heyetê serdana rêxistina Beyit Nehreyin a Aşûriyan kir.
Di hevdîtinê de Aşûriyan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgirî dan hewldanên KNK’ê.
Endamê KNK’ê Cemal Hacî têkildarî hevdîtinê ev agahî dan.
XEBATÊN KNK’Ê ÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HEYETA KNK’Ê SERDANA MALBATA MELE NEZÎR KIR
Paşê heyeta KNK’ê çû bajarokê Derkarê ya ser bi Zaxoyê ve.
Li vir serdana malbata kadroyê YNK Mele Nezîr Berwarî kir.
Mele Nezîr Berwarî ev çar mehin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin.
Di serdanê de hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad axivî û îşaret bi yekrêziya di na gelê Kurd de kir.
Hevjîna Mela Nezîr jî derbarê rewşa wî de agahî dan heyetê.