Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Artêşa Tirk hêjmara kuştiyên xwe rast îlan nake’

 

CERDEVANÊN TEVLÎ ŞER BÛNE AXIVÎN:
‘ARTÊŞA TIRK HÊJMARA KUŞTIYÊN XWE RAST ÎLAN NAKE’

Hem serkeftina gerilla ya li Heremên Parastinê yên Medyayê hem jî çalakiyên wê yê bi rêya dronan, psikolojiya artêşa tirk serû bin kir.

Hestên neteweperestiyê pê eskerên tirk têne perwerde kirin, li saha şer li hemberî taktikên gerilla, cihê xwe ji tis û panikê re hişt.

Artêşa tirk ji 23ê nîsanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di nava tevgerê de ye. Li gel eskeran gelek bi qasî 500 cerdevan jî şandine heremê.

Cerdevanên ku tevlî vê tevgerê bûne didin zanîn ku hêjmara eskerên kuştî gelek zêde ne. Lê artêş hemûyan kuştî îlan nake.

CERDEVANÊN TEVLÎ ŞER BÛNE AXIVÎN:
‘PSÎKOLOJIYA ESKERAN SERÛBIN BÛYE, NAXWAZIN BIÇIN QADA ŞER’

Cerdevan dibêjin dema hêjmara eskerên kuştî zêde dibe, artêş pêşî wan berpirsiyar digire.

Weke nûmûne, di 22’yê Gulanê de li qada Zinarê Kestayê 7 esker hatin kuştin, lê ji vê yekê dema cerdevan berpirsiyar hat girtin, eskeran êrişî wan kir.

Dîsa di şerê li qada ‘Kato Sulhê’ ya li sînorê Qilebanê de ji ber hêjmareke zêde ya eskerên kuştî cerdevan û esker naxwazin biçin operasyonê.

Cerdevan didin zanin, ji ber ketin û imhabûna 7 dironan, ev 15 roj in helîkopter ji tirsa, dema radibin yan dadikevin, lembeyên xwe ditefînin.

Agahiyeke din ku Cerdevan didin, ji bo hemû kurdên di xizmeta dewleta tirk re dikare bibe ibret.

CERDEVANÊN TEVLÎ ŞER BÛNE AXIVÎN:
‘ARTÊŞA TIRK LI CIHÊN XETER CERDEVAN DIDE RÊZA PÊŞ’

Cerdevan didin zanîn li qada şer, esker tim cerdevanan dixin rêza pêşî û vê nûmûnê didin:

“Li qada Metînayê tunelek dîtin, ji bo bikevin hundur komek taybet anin. Pêşî gaz avêtin hundirê vê tunelê. Paşê gava ketin hundur, gerilla êrîş bir ser wan, gelek esker hatin kuştin. Ev nêzî 35 roj in êrîş dibin ser tunelê, lê tim winda dikin û paş ve vedikişin. Lewma niha Cerdevanan dixin rêza pêşî”

Cerdevan dibêjin: “Êdî kes naxwaze tevli vî şer bibe. Her roj li ser serê me droneyên HPG’ê digerin. Artêş hêjmara rast ya eskerên kuştî eşkere nake. Helîkopter êdî ji tirsa derbên gerîla nikarin rihetî li heremê daynin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv