ERDAL YAVÛZ
LI SER ŞOPA MÎRÊ BILÛRÊ EGÎDÊ CIMO DIMEŞE
Erdal Yavûz.
Zarokekî 16 salî ye.
Ji gundê Qenco yê navçeya Mêrdînê Dêrikê ye.
Di 12 saliya xwe de dest bi bilûrê kiriye.
Ji xeynî bilûrê, li enstrumanên wek pîspîsk, zirne, ney û meyê jî pir baş dixebitîne..
Xeyala herî mezin a Erdal Yavûz ew e ku wekî Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo serketî be.
Erdal dengbêjî weke wêjeya devkî ya dîroka Kurdan pênase dike û dibêje ew ê li çanda xwe xwedî derkeve.