XELATÊN PÊŞBIRKA NÛÇEVANIYÊ YA ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYÊ Û MUSA ANTER
LI STENBOLÊ XELAT LI XWEDIYÊN BERHEMÊN SERKETÎ HATIN BELAVKIRIN
Bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê merasîma Xelata Pêşbirkê a Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter li Stenbolê hat lidarxistin.
Tevî hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar gelek kesayet jî tevlî merasimê bûn.
Bernamê bi rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniya azad û kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, dest pê kir.
Destpêkê sînevîzyona der barê serpêhatiya çapemenî û medya kurd de hat pêşandan.
Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê û Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran axaftineke kurt kir û balkişan ser têkoşîna çapemeniya azad.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî kedkarên çapemeniya azad silav kirin û got.
Nizam çapemeniyeke din heye ku ji bo ragihandina rastiyê ev qas bedêl û ked dane. Çapemenîya azad ji Mûsa Anter heya niha bû navê têkoşîna azadî, heq, hiqûq û edaletê. Li gel hemû astengiyn dewletê jî her çû mezin bû û xwegihand roja îro.
Kurê Mûsa Anter Dîcle Enter jî sipasiya beşaran kir û dazanîn ku ew ji ber vê keda çapemeniya azad serbilind in.
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyamek şand.
Piştî axaftinan hunermendên navenda çandê ya mezopotamyayê derketin ser dike..
Û xelat li rojnamegerên berhemên destnîşankirî hatin belavakirin.