Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doza Komkujiya Vartinis: Beriya danişînê ji bo piştevaniyê serokê baroya Mûşê bang kir

 

DOZA KOMKUJIYA VARTINIS
BERIYA DANIŞÎNÊ JI BO PIŞTEVANIYÊ SEROKÊ BAROYA MÛŞÊ BANG KIR

Li bajarokê Vartinis ku bi ser navça Mûş Têlî ve ye, 3’yê Cotmeha 1993’yan, eskerên tirk ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes bi şewitandinê qetil kiribûn.

Doza qetilkirina 9 kesan ku weke Komkujiya Vartinis tê zanîn, wê ji nû ve pêk were.

Dadgeha Bilind der barê dosyayê de biryara betalkirinê dabû.

Doz wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkale were pêkanîn..

Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Navçeyê Bulent Karaoglu wê demê li ser peywirê bû, wê weke bersûc di dozê de bê darizandin.

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, diyar kir ku eşkerekirina komkujiyê, dibe ku serdemeke tarî ronî bike.

Karaçelîk, bi bîr xist ku ji bo dozê rîska demboriyê heye û wiha got: “Divê bi awayekî baş li ser vê dozê bê rawestandin.

Pêwîst e rîska demboriyê li ber çavan bê girtin û wisa biryar bê dayîn.

Ger bersûc tevlî dozê nebe, wê doz bê taloqkirin. Ji bo ku ev yek çênebe, divê bê girtin.

Karaçelîk, berî danişînê banga piştevaniyê li raya giştî kir û got:

Ji bo ev doz ronî bibe em hêvî dikin ku her kes di vê lêgerîna edaletê de bi me re be û piştgiriya xwe nîşan bide. Em cardin banga xwedî derketina li dozê dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv