DEWLETA TIRK A DAGIRKER HUQÛQA ŞER BINPÊ DIKE
FAŞÎZMA TIRK LI SER CENAZEYAN ÊŞKENCEYA SÎSTEMATÎK DIKE
Dîroka mirovahiyê di nav xwe de têra xwe bûyerên şer û çîrokên aştî dihewîne.
Bi giştî di çarçoveya ehlaqê civakî de huqûqeke şer jî çê dibe.
Bo nimûne, aliyên şer cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin, radestî hev dikin û vê yekê di çarçoveya rê û rismên olî û ehlaqê civakî de dikin.
Wek Şerê Troy’ê yan, an jî şerê li Qûdusê kû di bin fermadariya Selahaddînê Kurdî de pêk hatibû, di gelek şerên din jî ev huqûq ji mêj ve di meriyetê de bû..
Lê belê dewleta tirk rêzê ji miriyan re jî nîşan nade û huqûqa şer ji aliyê ehlaqê civakî û olî de jî binpê dike.
Gelek nimûneyên vî sûcî, di şerê qirêj ê dewleta tirk de hene.
Nexasim di şerê wê yê li dijî gelê kurd de.
Di van salên dawî de ev sûcên şer ên dewleta tirk zêde dibin û êdî sînoran nas nakin.
Di nav 2 salan de 503 cenaze bê agahiya malbatan li gorên bêkesan hatine defin kirin.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadax têkildarî vê zilmê agahî dan ajansa Mezopotamya yê.