XEBATÊN RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ
ÇARENÛSA HEZAR Û 190 JINAN NAYÊ ZANÎN
Di dirêjahiya dîrokê de 74 ferman bi serê êzidiyan ve hat.
Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014`an de çeteyê DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê.
Di vê êrişa qirkirinê de bi hezaran kes mirin û hêjmarek mezin jin û zarok jî hatin revandin.
Li gorî daneyên nivîsgeha rizgarkirina êzidiyên revandî, di roja yekemîn a êrişan de, hezar û 293 êzidî hatin kuştin.
Zêdetirî 68 cihên olî hatin wêrankirin.
Heta niha 80 gorên komî yên qurbaniyan şengalê hatin dîtin.
Li gorî daneyên saziyên êzidiyan, çeteyên DAIŞ`ê 6 hezar û 417 êzidî revandin.
Di nav de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene.
Di operasyonên şervanên Kurd de hezar û 201 jin, hezar û 997 zarok û 339 mêr, bi giştî 3 hezar û 537 êzidî hatin rizgakirin.
Lê hê çarenûsa zêdetirî hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e.
Jina bi navê Necla Saîd Îsmaîl piştî 7 salan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû.
Necla Saîd dibêje çeteyên DAIŞ dema jin û zarokên Êzidî revandin ew birin herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de.
Jinên ciwan û zarok jî birin Tirkiyê.
Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm li ser revandina jinên Êzidî û êrişên gefên li ser Şengalê ji ajansa ANHA`yê re axivî.