Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di nava 10 rojan de di operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê ji 150 zêdetir çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin 10.04.2021

 

OPERASYONÊN EWLEHIYÊ DEWAM DIKE
DI NAVA 10 ROJAN DE JI 150 ZÊDETIR ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN GIRTIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê 28’ê Adarê de bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabûn destpêkirin.

Operasyona ku bi armanca bêbandorkirin û paqijkirina şaneyên DAIŞ’ê hatibû destpêkrin, di 2’yê Nîsanê de bi dawî bibû.

Piştî qona yekem a operasyonê bi dawî bû, li ser lixwemikurhatinên çeteyên DAIŞ’ê yên hatine girtin Yekîneyên Antî Teror li kampê zêdetirî 50 opersayonên din pêk hatin.

Di van operasyonan de 158 çeteyên DAIŞ’ê ku 20 jê serçetebûn hatin girtin.

Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çavdêrên operasyonê dişopînin, didin zanîn ku ji ber malbatên çeteyên DAIŞ’ê li kampê bicîh bûne paqijiya kampê wê ne hesan be.

Lewma ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê balê dikşînin rê û rêbazên cûda.

Li Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 53 welatên cûda, 60 hezar û 351 kes dimînin.

Piraniya welatiyên kampê ji Iraq û Sûrîne.

Ji bo vegera welatiyan û valakirina kampê Rêvebiriya Xwerser di qada navnetewî de xebatên xwe didomîne.

Lê ji ber ku welatiyên navnetewî erka xwe pêk nayînin, çareseriya pirsgirêka li kampa Holê zehmet dixwiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv