Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şaredariya AKP’ê dixwaze gelê Rişmilê warê xwe terk bike 10.04.2021

 

ŞAREDARIYA AKP’Ê DIXWAZE GEL WARÊ XWE TERK BIKE
ŞÊNIYÊN NAVÇEYA RIŞMILA MÊRDÎNÊ KIRINÊN ŞAREDARIYA AKP’Ê BÊZARIN

Li taxa Gul û Tepebaşiyê ya navçeya Mêrdînê Rişmilê di çarçoveya “veguherandina bajêr” de avahiyên hin welatiyan tên xerakirin.

Ev proje ji aliyê TOKÎ û Şaredariya Rişmilê ve tê birêvebirin.

Bi vê yekê li du taxan ceryana hatiye qutkirn û ji welatiyan tê xestin ku taxê valabikin.

Li dijî vê yekê sêniyên van taxan 6’ê Nîsanê daketin kolanan û banga îstîfayê li şaredarê AKP’î Hayrettîn Demîr kirin.

Lê şaredar ji bo pêşî li nerazîbûna gel bigre polîs di ketin û derketina taxan de bi cih kirine.

Bi taybet nahêlin rojnamevan bikevin taxan û derbarê mijarê de bi wealtiyan re hevdîtinan pêk bînin.

Tevî astengiya polîsan jî nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê xwe gihandin welatiyan.

Yek ji şêniyan Veysî Mocû diyar kir ku bêyî ku belgeyekê nîşanî wan bikin, ji wan hatiye xwestin ku derkevin û wiha dibîje:

Ev 10 roj in em bê av in.

Kesên ev proja amadekirine me maxdur dikin.

Armac ew e ku me ji ser axa me bidin koçber kirin.

Jina bi navê Hanîme Samsa jî da zanîn ku ti pirsgirkaxaniyên wan nîne û wiha got.

Em ji xaniyên xwe razî ne.

Lê ceryana me birîn.

Em xaniyê xwe dixwazin.

Ayşe Samsa jî destnîşan kir ku ew naxwaze xaniyên wan bên xerakirin û got:

Madem em di xema wan de ne, nexwe bila werin li xaniyê me binerin.

Çima xera dikin?

Derekî ku em pê de biçin tune ye.

Tiştekî me jî tune ye.

Ji bo şirketa TOKÎ dewlemend bikin malên me xiradikin.

Edîp Mocû jî dibêje eger xaniyê wî were xerakirin dere ku here nîne û nerazîna xwe wiha nîşan didin.

Ne erdê min heye, ne jî tişekî din.

Ev xanî ê ji bav û kalê min ji mire ma ye.

Ji me re dibêjin, derkevin, em ê xera bikin.

Ez ê çawa biçim.

Welatiyan diyar kir ku ew karên demsalî û rojane dikin û rewşa wan tineye deyên xwe bikin.

Her wiha destnîşan kirin ku ji ber teklîfa heyî qebûl nakin gef li wan tên xwarin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv