LI DIJÎ KOLBERA ÊRIŞ
DI ÊRIŞA PASTARÊN ÎRANÊ DE DU KOLBER BIRÎNDAR BÛN
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, eskerên Îranê li dijî komên kolber 2 êrişên cuda pêk anîn.
Ev êriş li herêmên sînor ên bajarê Şino ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê û bajarê Bane yê parêzgeha Sine pêk hatin.
Kolbernewsê ragihand ku di êrişan de kolberê bi navê Hekîm Osmanî û Îsmaîl Rehimî bi giranî birîndar bûne.
Kolberên birîndar ji aliyê kolber û welatiyan ve rakirine nexweşxaneya navçeya Pêncwên a Silêmaniye.