ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ ÇETEYAN 2 KES REVANDIN
Çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Li herêma Efrînê du sivîl revandin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin çeteyên dewleta tirk du sivîlên ji gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandine.
Heman çavnakiya ragihand ku hemwelatiyên bi navê Mahir Xalid Oso yê 20 salî û Mistefa Ebas El-Ehmed yê 22 salî ji bo pêdiviyên jiyanî li herêma Ezazê bûn ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.
Heta niha çarenûsa her du kesên hatine ravandin ne diyar e.