Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Reva ji welat ne çareserî ye!’

 

REVA JI WELAT NE ÇARASERI YE!
WESYÎ TALLÎ / WELAT

Di vê demê de ku ewqas şoreş û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd geş û gûr dibe, zext û zilm zêde dibe; di serî de ciwan, malbatên kurd, ji şoreşê direvin û berê xwe didin rêya qaşo rizgariyê, lê dikevin ser rêya mirinê.

Bi taybetÎ salên dawî li başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetgûzarî û bêkariya zêde, nepeydakirina nan, pirsgirêkên av, elektirîk, benzîn û xazê her wiha bê hêvîbûn û siberojeke di bin kefê dagirkeran de, reva ji başûrê Kurdistanê pir û pir zêde bûye.

Reva ji welat ne çareserî ye, berovajî di ser de tunekirina xwe û pişt re siberoj û civaka xwe ye.

Lê bila ew dûvik û nokerên alîgirên PDK’ê, sîstema ku ciwanan ji xaka wan didin revandin bizanin, ku rastî û rûyê wan tu car nayê jibîrkirin. Ew berpirsê kuştina ciwanên li Behra Spî fetisîne, ew berpirsin ku ciwan li ser rêya koçberiyê ji serma û birçîna dimirin. Ew berpirsê revandina jin û ciwanên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne. Ew berpirsê darvekirina ciwan, şoreşgerên kurd ên li Îranê ke ku ji ber doza heq a kurdbûnê tên darvekirin. Ew berpirsê talan û qirkirina xweza û kîmyebarana li başûrê Kurdistanê ne…

Bi destê van kesan, îro li çar parçeyên Kurdistanê bi reng û rêbazên cuda polîtîkaya reva ji welat, dûrketina ji doza heq a azadiyê tê kirin…

PDK ne xwediyê axa Başûr e, PDK partiyeke. Ji bo wê ciwan dikarin weke çareserî xwe birêxistin bikin, partî be, sazî be, tevger û bizavek be ava bike û ciwanan bidin dora xwe û pêşengtiyê ji azadiya xwe û civakê xwe re bikin.

Îro tam dema wê ye. Gerîla li çiya pişta dijmin şikandiye. Gerîla îspat kiriye ku dijmin bi çekên kîmyewî jî nikare vîna serketinê asteng bike. Nikare biryardariya azadiyê tune bike. Ciwanên Başûr di serî de divê hemû ciwanên kurd vê ji bo xwe esas bigirin û bi ruhê gerîla li nava bajaran li dijî sîstem û mêtingeriyê rabin. A çareserî bîne ev e, ne rev e. A aştî û azadiyê bîne, a siberoj û jiyaneke aram bîne ev e. Aramî û jiyana rast ne li derveyî welat li ser axa xwe û koka xwe dibe. A esas ev e. A rast û dirûst jî ev e. Derveyî vê çareserî nîne, tenê demkî ye.

Rabe zend û bendan hilde, serî rake, îro roja te-we ye…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv