Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Rastiya dewletê û şerê qirêj’

 

RASTIYA DEWLETÊ Û ŞERÊ QIRÊJ
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Dewleta tirk di bin navê şerê li dijî tevgera kurd li bakurê Kurdistanê li dijî civakê mekanîzmaya şerê taybet a qirêj xistiye dewrê.
Ji bo ev mekanîzmaya şerê taybet li heremê baş bixebite jî hemû saziyên dewletê bi hev re di nav senkronîzeyekê de kar dikin.
Bi tifaqa qirêj a AKP‐MHP’ê asta kiryarên li dijî gelê kurd jî zêde bûn.
Li bakurê Kurdistanê bi destê esker û polîsên ji aliyê dezgeha şerê taybet ve hatine perwerdekirin gelek sûcên qirêj ên li dijî civakê pêk tên.
Ev saziya ku di bin kodînatoriya MÎT’ê û wezareta karê hundir hatiye rêxistinkirin yekem armanca wê ciwanên kurd in…

Li bajarên bakurê Kurdistanê bi destê van çetayên dewletê gelek ciwan hatin xistin û bûn qurbana vê polîtîkaya dewletê.
Di van çend rojên dawî de derket holê ku ev çeteyên şerê taybet li Colemerg û Wanê jî jinên ciwan tecawiz kirine.
Ev kesên ku di bin navê “çawişên pispor” de li herêmê hatine bicîhkirin ji bo vê hatine erkdarkirin.
Lewma dozgeriya dewlatê ev erk daye van kesan, wan dadgeh jî nake.

Bêguman di vir de tişta ku em girîngiyê bidinê û binirxînin têgeha dijminantiyê ye.
Gelo em kê wek dijmin dibînin? Dema mirov li bûyerên diqewimin dinêre tê dîtin ku beşekî civakê êdî eskeran yan jî polîsan wek dijmin nabînin.

Divê em qet ji hişê xwe dernexin ku eskerek an jî polîsekî tirk tu carî ji bo qenciyê, xwe nêzî ciwanekî kurd nake.
Lê mixabin ciwanên kurd ji vê rastiyê dûr ketine û van kesên ku her roj dikevin xwîna gelê kurd wek dost dibînin.
Li seyarê wan siwar dibin û bi wan re radibin û rûdinin. Di encamê de ev ciwan fêrî tiryakê dibin an jî tên tecawizkirin…

Li dijî vê polîtîkaya qirêj a dewletê ev demeke Meclisa Ciwanan a HDP’ê dest bi rêzexebatan kiriye.
Di vir de mirov vê pirsê ji xwe dike?
Gelo valaderxistina van polîtîkayên şerê taybet tenê erka ciwanan e.
Sazî û rêxistinên din ên Kurdistanî çima xwe di ber vê de berpirsyar nabînin?

Wisa diyar e li herêmê girîngiya ji bo xebatên siyasî tê dayîn ji bo xebatên çandî, civakî û binesaziyê nayên dayin.
Ev jî encameke wisa nexweş bi xwe re derdixe holê.

Li Kurdistanê dewleta tirk ji bo têgeha têkoşîna azadiyê lewaz bike serî li her rê û rêbazên qirêj dide.
Divê li hember vê têgeha antî‐kurd di her beşê civakê de têkoşîneke xurt bê meşandin.
Ev jî bi rêxistinbûyinê û xwe naskirinê mimkûn e.
Ji bo vê jî di serî de hemû sazî û rêxistinên kurdistanî, her ferdekî kurd divê xwe berpirsyar bibîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv