LI MARSÎLYAYÊ 1. KONGREYA TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER
CIWANAN SOZA BERSIVDAYÎNA “PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE” DAN
Endamên Ciwanên Şoreşger li bajarê Fransa Marsîlyayê Yekemîn Kongreya Meclîsa xwe li darxist.
Kongreya Ciwana li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.
Piştî rêzgirtin û bîranîna Şehîdên Kurdistanê divana kongreyê hat hilbijartin.
Kongre bi pêşkeşkirina sînevîzyonê berdewam kir.
Di axaftinên li kongreyê de, rewşa dawî ya têkoşîna Kurdan û rewşa ciwanên Ewrûpayê hat nirxandin.
Her wiha ciwanan li dijî êrişên dagirkeriya Dewleta Tirk jî banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Piştî nirxandinan ji bo berdevkiya tevgera Ciwana hilbijartin hat kirin.
Di encama hilbijartinê de Daphne Lorîn û Hunkar Dersîm bûn hevberdevkê Marsîlyayê.
Kongre bi gerandina govendê berdewam kir..