Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sekretera giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul: ‘Tirkiyê di mijara Ocalan de Konseya Ewrûpayê dixapîne’

 

SEKRETERA GIŞTÎ YA OHD’Ê RENGÎN ERGUL:
TIRKIYE DI MIJARA OCALAN DE KONSEYA EWRÛPAYÊ DIXAPÎNE

27’ê Tîrmehê OHD, ÎHD û Weqfa Lêkolînên Hiqûqê jî di nav de gelek saziyên civakî û mafên mirovan ji bo azadiya Rêber Apo serî li Dadgeha Mafên Mirovan dan.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku karê wê lêkolînkirina bicihanîna biryaran e, ji Tirkiyê xwest di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de nexşeyekê amade bike.

Di nexşeya Tirkiyeyê pêşkêşî Komîteya Wezîran kirî de gelek pirs hene.

Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê Parêzer Rengîn Ergul li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Rengîn Ergul diyar dike ku kesên cezayê girtina heta hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn nikarin bi şert bêne berdan û destnîşan kir ku mînakê herî berbiçav a vê yekê jî Ocalan e.

Rengîn Ergul bi bîr xist ku sala 2004’an piştî ku cezayê îdamê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ve weke binpêkirina mafên mirovan hate pênasekirin dewleta tirk serî li riyên cûda da û got:

“Tirkiyeyê vê carê di ser dosyayê re jinûve darizandina Abdullah Ocalan kir û cezayê îdamê veguherand cezayê girtinê yê girankirî yê heta hetayê.”

Rengîn Ergul diyar kir ku Tirkiye di mijara kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan Konseya Ewropayê dixapîne û got: “emê mijarê bi mekanîzmayên cuda di rojevê de bihêlin.”

Rengîn Ergul bal kişand bersiva Tirkiyeyê daye Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û got:

“Li Tirkiyeyê berdana bi şert ji aliyê teknîkî ve pêkane, lê belê hin îstîsna hene.

Îstîsnayên ku qalê dikirin jî, îstîsnayên ku me jî danîbû pêşiya Komîteya Wezîran.

Lê Tirkiyeyê di nîvê bersiva xwe de îdîa kir ku li Îmraliyê binpêkirin nîne.”

Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê Rengîn Ergul anî ziman ku têkildarî rewşê wan 2’ê Cotmehê agahdariyeke nû kirine û heta civîna dema bê, ewê vê mijarê di rojeva komîteyê de bihêlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv