Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roja 1’ê Mijdarê: Her der bû Kobanê, her der bû berxwedan

 

ROJA 1’Ê MIJDARÊ
HER DER BÛ KOBANÊ, HER DER BÛ BERXWEDAN

Îro Roja cîhanî ya Kobanê ye.

Ev bajarê piçûk yê Rojavayê Kurdistanê ku heta beriya çend salan kesek navê wê nizanibû, bi berwxwedaneke destanî, bi ruhê netewî yê kurdan, bû cihê destpêka têkçûna DAIŞ û piştgirê wî Dewleta tirk.

Ew Çeteyên ku Musul û gelek bajarên Rojhilata Navin di çend saetan de dagirkiribûn, li Kobanê asê mabûn.

Bi xêra berxwedana Kobanî doza heq ya gelê Kurd bêtir ket rojeva cihanê.

Bi xêra Kobanê, hêzên koalisyona Navnetewî lehengiya keç û xortên kurdan firq kirin û di tekoşîna li dijî DAIŞÊ de neçar man bi wan re tifaqê çêbikin.

Bi xêra Kobanî ne tenê Rojava Kurdistanê temamiya Suriyê ji xeteriya DAIŞê azad bû.

Berxwedana li Kobanê ji bo gelên bindest bû çavkaniya hêvî û ilhamê. Di nava Kurdan de bi navê Rihê Kobanî, yekitiya hestê netewî afirand.

Derdorên Navnetwî ku di vê cengê de bûn heyranê cesaeta keç û xortên kurdan 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanê ya Kobanê îlan kirin.

Hevala me Silva Hec Elî li ser vê berxwedana dîrokî, ji Kobanê raporek amade kir.

RAPOR: SÎLVA HEC ELÎ
KAMERA: ÇEKDAR HECÎ MEHMÛD

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv