Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Çekên kîmyewî û bêdengiya Ewrûpa ya dîrokî’

 

ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û BÊDENGIYA EWRUPA YA DÎROKÎ
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Di Hezîrana 1919’an de serhildana Şêx Mehmûd Berzencî hebû.

Li dijî Îngîlîzan ji bo azadiya Kurdistanê şer dikirin.

Dema ku Îngîlîzan di şer de encam negirtin, wezîrê şer yê demê Winston Churchill, talimata êrişên hewayî da.

Cara yekem bû, li cîhanê li dijî serhildêran balefir dihatin bikaranîn.

Dîsa encam negirtin, ev car li ser daxwaza Churchill, li 2 fîloyan xaza Xardelê barkirin û berê wan dane Kurdistan ê.

Salên şer bûn û tifaqa dewletan bi hevre hebû, tu kesî hesabê van çekên kîmyevî nekir.

Sal derbas bûn, di pêvajoya komkujiya Halebceyê de Saddam ji dewletên Ewrûpa maddeyên kimyevî, ji Rûsya makîneyên mîkserê anî li Iraqê xaza jehrî hilberand.

Li dijî Kurdan bikaranî. Cîhan bêdeng ma.

Dewleta Tirk bi awayekî bê perwa çekên kîmyewî, xazên jehrî û bombeyan bi kar tîne.

Li Zap, Avaşîn û Metîna sedan caran ev bombe hatine bikaranîn. Her wiha dehan gerîla jî şehîd bûn.

Wek salên Helepceyê heman gotinên ji bo Seddam dihatin gotin, îro ji bo Erdogan tên gotin.

Erdogan hêrs bibe wê pêşî li pêla koçberan veke.

Doh çawa li Helepçê bêdeng û sûcdarbûn îro jî li hember gerîlayên Kurdan û Kurdistaniyan ev çek tê bikaranîn, dîsa bêdeng in.

Îro Kurd xwedî hêz in. Kurd wê li bendê nemînin ku Amerîka-Ewrupa werin midaxeleyê cihek bikin û wê demê hesab bipirsîn. Na…

Ji 1997’an ve ,ev çek bi peymanek ji aliyê 197 dewletan ve hatine qedexekirin. Ev yek di heman demê de wek sûcekî şer jî hatiye destnîşan kirin.

Ji bo kontrolkirina van sîlehan saziyek jî hatiye avakirin û navenda wê li Laheyê ye.

Lê tevî ku sazî heye û peyman hene, Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gerîlayên wê van bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

Yekîtiya Ewrupayê van peymanan binpê dike û piştgiriyê dide Dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi kar tîne…

Kurd, ji dîrokê ders girtine, wê bi têkoşîna xwe nehêlin dîrok xwe dubare bike.

Dive Kurd li navendên Ewrupa bi dengê xwe doh bibîra wan bixe û bêdengiya îro bişkîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv