Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Taşkesen: ‘Min rastî anî ziman’

 

“EV DER KURDISTAN E”
CEMÎL TAŞKESEN: MIN RASTÎ ANÎ ZIMAN

Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener di 28’ê Cotmehê de çû navçeya Sêrt Misircê.

Di dema serdanê de esnafê Kurd a bi navê Cemîl Taşkesen bi Meral Akşener re axivî û got.

Dewlet Li dijî Kurdan polîtîkaya înkar, tunekirin û pişaftinê dimeşîne, “Ev der Kurdistan e”.

Li ser vê gotinê polîsên Tirk bi îdaya “propagandaya rêxistinê kiriye” Taşkesen binçav kirin û piştî îfadeyê hat berdan.

Taşkesen serpêhatiya xwe ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re vegot.

Cemal Taşkesen wiha qala axaftina di navbera wî û Akşener de kir.

“Min xwest jê pirsbikim ku çima ew di meclisê de Demîrtaş weke terorîst pênase dikin.

Ger Demîrtaş terorîst be, wê demê em hemû Kurd terorîst in.

Piştre jî mijar hate ser Kurdistanê û polîtîkaya înkarê.”

Dema ez bi Akşener re diaxivîm heyeta pê re her tim diket navberê û digot.

“Em hatine Tirkiyê.”

Li ser vê jî min ji wan re got:

“Ev der Kurdistane.”

Lê ev rastî tê înkar kirin.

Pergaleke ku li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin li holê heye.

Min heqîqet anî ziman.”

Taşkesen di axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya raya giştî jî û got:

Li dijî hişmendiya înkarê piştgiriyeke mezin hate nîşandan.

Divê em vê hevgirtina xwe xurtir bikin.

Bi hevgirtî û yekbûnê em ê bihêztir bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv