Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Di bin dorpêçê de kongreyek heybet’

 

DI BIN DORPÊÇÊ DE KONGREYEKE HEYBET
WEYSÎ TALLÎ / WELAT

Di demekê de ku hemû gef û lîstikên sê alî li ser Mexmûrê tê kirin, bi kongreyeke mezin a heybet bersivek herî xurt tê dayîn.

Bi tevlibûna 450 delege ku ji sazî û xelkê Mexmûrê pêk tê, 7’ê çileyê bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statûya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin’ lidar xistin.

Balkêş e di demekê de ku asta gef û êrişên Tirkiyê ya bi destê PDK û Iraqê li ser xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî zêde dibe, lidarxistina kongreyeke wiha mezin asta rêxistinbûn û xwe paratinê nîşan dide; heman demê bersiveke xurt e jî.

Ev kongre wê bibe sedemê ku vîneke xurtir li ber dagirkerî û hewldanên li ser wargehê bê kirin, derxîne holê. Ji xwe dîrok û têkoşîna her ferdek Mexmûrê li ber êriş û zextan diyar e. Ji bo vê, ev kongre kongreyeke taybet û heman demê di rewşeke awarte de tê kirin.

Hemû encamên ji vir derkeve, wê pêşerojê encamên baş û xurtir bi xwe re bîne. Di her pêvajoyeke xeter û zext de, em dibînin xelkê Mexmûrê di warê berxwedê de tim li pêş in. Ji bo wê bi vê kongreyê wê asta têkoşîn, berxwedan û soza xwe ya meşa azadiyê xurtir bike.

Ji xwe esasê kongreyê jî ev e; Valaderxistina hemû plan û projeyên di serî de Tirkiye, hevkarê wê PDK û dîsa mudaxeleyên Iraqê ye. Ji ber ku demeke dirêj e, dorpêç li ser xelkê Mexmûrê heye, PDK zexta sîxûrî li ser karker, xwendekaran ferz dike, dîsa karkerên mexmûrî li bendên kontrolê yên Iraqê tên girtin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji rêza yekem berpirs e ji hemû warê Mexmûrê, lê erka xwe bi cih nayne.

Niha xelkê Mexmûrê vê dike, xwe nîqaş dike, dagirkeriyê, dost û dijminê xwe nîqaş dike. Li gorî wê diçe biryar û rêxistineke xurt. Ji bo wê tevlibûna gel a asteke zêde, dihêle ku baş bê nîqaşkirin û helwestekî yekdengî be.

Jixwe ji nirxandinên derdikeve holê ku dê tu demê ji nirx, pîvan û rêxistinkirina xwe tawîz nede û gavê bi şûn ve jî neavêje. Wê bi xwe sîstema xwe biparêze, xwe bi xwe sazûman bike û têkoşîna xwe ya li ber dagirkerî û mudaxeleyên li ser vîna wan jî bibin xwedî helwestên cidî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv