Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarekî pêşmergeyan ê rexne li PDK’ê dikir, hate revandin

Eşkere bû ku hêzên ser bi PDK’ê fermandarekî pêşmergeyan ê bi navê Muhemed Arif ku rexne li hêza ‘Zêrevan’ a PDK’ê dikir, ku hêzên taybet ên girêdayî ewlekariya Binemala Barzanî û PDK’ê ne, hatiye revandin û niha winda ye.

Her diçe PDK bi kiryar û nêzîkatiyên xwe yên ne ji JÎTEM û MÎT’a Tirk cuda li ser herêma Başûrê Kurdistanê dike.

Derket holê ku fermandarê pêşmergeyan Muhemed Arif Silêman ji ber rexne lê hêzên Zêrevan kiriye, hatiye revandin û ti agahiyek li ser aqûbeta wî nîne.

Aktivîstê Mafê Mirovan Ayhan Seîd li ser mijarê diyar kir ku roja Sêşemê dema Fermandar Muhemed Arîf Silêman Gulî diçe navenda Hêzên Zêrevan û şûnde winda dibe û ti agahî jê nayê girtin.

Seîd ji Wezareta Karê Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê, komîteyên ewlekarî û konseya xwecihî, Wezareta Pêşmerge û Neteweyên Yekbûyî xwest ku mijarê lêkolîn bike û got: “Muhemed Arif Silêman roja Sêşemê piştî diçe navenda hêzên Zêrevan a li Hewlêrê û şûnde, telefona wî tê girtin û êdî agahî jê nayê girtin.”

Kurê Muhemed Kavîn Mihemed jî li ser windabûna bavê xwe got: “Piştî bavê min hêzên zêrevan rexne kir û şûnde winda bûye.”

7 ROJIN CIWAN DI DESTÊ PDK’Ê DE YE

Leşkerên deweta Tirk a dagirker di 30’ê Kanuna 2021’an de du ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk wan ciwanan ji nav xaka Başûr revandibûn û biribûn Tirkiyeyê.

Leşkerê Tirk ên dagirker 30’ê Kanûna 2021’ê ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a ser bi Hewlêrê revandin, birin Tirkiye. Piştî 6 rojan a revandinê û zexta raya giştî her du ciwan li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl berdan. Li vir ew ciwan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin û heta niha aqûbeta wan diyar nîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK’ê demê dawî li herêma Behdînan û Bradost û dîsa herêmên di bin serweriya wê de her kesê siyaset û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk rexne bike, direvîne û bê hiqûqî ceza dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv