Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Slavoj Zîzek: ‘Pêdivî bi ‘jê derketina rê’ heye!’

 

PÊDIVÎ BI “JÊ DERKETINA RÊ” HEYE!
SLAVOJ ZÎZEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Meha borî, çîroka karkekerkî çîn ku pirtûka derheqê fîlozofê Elman Martîn Heidegger ê sedsalan 20’an wergeran zimanê Mandarîn, bû vîral.

Gelo mirovên felsefeyê dixwînin dikarin cîhanê rizgar bikin?

Chen Zî, di 1990’î de li Jiangxî ya başûr-rojhilatê Çînê tê dinê. Piştî di ezmûna 2008’an de bi ser neket, dev ji xwendina zanîngeha matematîkê berdide û zêdetirî 10 salan li welêt digere, piranî jî bi xebata li fabrîqeyan debara xwe dike.

Chen ê ku her tim azweriya wî xwendina felsefeyê ye, tevî 12 saetan xebata giran û mesaiyên ku ji hêzê dixe jî, fêrî Îngîlîzî dibe û dest bi xwendina Heidegger dike. Îsal, dema di fabrîqeyeke Xiamenê dixebitî, pirtûka Profesorê Felsefeyê yê Amerîkî Richard Polt a bi navê “Heidegger: Destpêkek” wergerand zimanê Çînî.

Piştî hin wergerên din, ji ber ku li ser înternetê got weşanxaneyek ku pirtûkên wî bi weşîne kêm in û pirs gelo kesekî alîkariya wî bike heye an na kir. Piştî medya ev yek ferq kir bû rojeveke vîral.

Ya ku di Heidegger de pir bi fêde dîtibû wekî “hebûna malekê” têgîna ziman bû.

Lê belê gelo rêya şerê li dijî tişta jiyana me ya ku bi navê “Amerîkayî” tê pênasekirin ev e? Ji bo em bersiv bidin vê pirsê divê bifikirin, ne tenê fikirandin, derbarê fikirandinê de jî bifikirin.

Vekirî bibêjim, ez ne piştgirê Heidegger im. Lê tişta teqez dizanim jî ewe, ku em di dema bê mînak a zayîna lezgîna a fikirandinê de dijîn.

Ev, ne demeke aştiyan eye ku derfetê dide mirov bi hêsanî ji cîhanê xatir bixwaze, demeke ku jiyana mirov ji aliyên cuda ve di bin tehdîdê de ye: Dibêtiya ku bi awayekî giştî “mejiyê bi qablo” ango dîjîtal plansaziya dagirkirina zîhna me dike. Enfeksiyonên vîral ku nayên kontrolkirin, bandora germhewaya gerdûnî. Em tev ji van tehdîdan bibandor dibin.

Ji ber vê yekê divê em Chen Zî pîroz bikin ku bûye parçeyek ji mûcîzeyê.

Fîlozofê Fransî Alain Badiou, di pirtûka xwe ya bi navê “rastiya jiyanê” de bi îddiayeke hevtêdan dibêje; piştî Sokrates fonksiyona felsefeyê “derxistina ciwanan ji rê ye” û dûrxistina wan ji pergala serdest a îdeolojîk-polîtîk e.

Îro pêdivî bi “derketina ji rê” ya bi vî awayî heye; bi taybetî jî li rojavayê lîberal û xweşbîn ku di bin nîzama sazkirî di xwe azad dibînin û ne di wê ferqê de ne ku di bin kontrolê de ne.

Jixwe tişta herî xeternak ew e ku em koletiyê wekî azadiyê diceribînin.

Gelo populîstekî “azad” ku hewl dide tora kurmê civakî tine bike, bi rastî jî azad e?

Mao Zedung, di 1950’yan de wiha gotibû: “Bila sed gul vebin. Bi sedan ekolên fikrê di nava reqabetê de bin.”

Îro jî divê em vê bibêjin; Bila sed Chen Zi felsefeyê bixwebitin; ji ber ku bi vî awayî hûn dikarin ji jênederketina xwe ya xemgînî rêyeke derketinê bibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv