Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Feyzî Mîrhesen: ‘Bi navê olê çima me dikujin?’

 

BI NAVÊ OLÊ ÇIMA ME DIKUJIN?
FEYZÎ MÎRHESEN / XWEBÛN

Xwedê dibêje; divê her miletek bi ziman û rengê xwe bijî. Li Rojhilata Navîn miletek bi navê Kurd û Kurdistanê heye. Di jiyana bawerî û şaristaniyê de xwedan çand û huner e. Ji Newrozan heya Silhedînê Eyubî xwedan dîrok û medresyan e. Mizgevt, Sînegok, Dêr, Laleş û Cem, di axa Kurdistanê de xwedî kirine.

Lê rêvebiriya ola îslamê piştî ku Hz. Elî û malbata wî şehid dikin, Yezid ê lawê Muawiye dibe Xelife. Li Şamê serê Hz. Huseyîn ê lawê Hz. Elî jê dikin. Ehlê beyt (Malbata Hz. Mihemed, Hz. Elî û alîgirên wan) têk diçin. Cereke din desthilatdarî dikeve destê Emewiyan. Ola îslamê dibe saray, jin dibin cariye û hemû dijberan di kêra komkujiyê re derbas dikin. Ola Îslamê dibe Şeyxul Îslam, diyanet û lîstoka padîşahan.

Piştî van sosretan bi tenê miletê Kurd û axa Kurdistanê mabû. Bi navê biratiyê Alayên Hemîdiyan avakirin, hemû cîran û kirîvên Ermen tunekirin. Paşê Kurdên baweriya wan cuda Êzdî, Elewî kuştin û berî hev dan.

Bi tenê Kurd man, paşê vegeriyan Bedirxanî û Qazî Mihemedan, Şêx Seîd, Seyîd Rizayan. Piştî şoreşgerê Kurd û zarokên wan rabûn, ola wan çi dibe bila bibe serî rakirin.

Fermanan ji Emewî, Osmanî û heya komara Tirk bi awayekî tûnd destpê kir. Bi fermana sarayê çeteyên DAIŞ, EL Nusra hemû rabûn. Bi navê ola Baas û xilafetê, bi hezaran dayik, jin û zarokên Kurdan, bi navê cariyeyê li sûkan kirîn û firotin.

Axa Kurdistanê dagirkirin, hemû şaredar girtin. Kêl û tirbên cangoriyên Kurdan rûxandin. Hestiyên zarokên Kurdan ji axê deranîn. Kesên di zîndanan de tecrîd û qetilkirin. Melayên Kurdan ku bi zimanê xwe mewlûdê xwendin kirin sebeba zîndanankirinê. Malbatên Kurd bi tevî jin, ciwan û zarokên xwe yên di saziyan de kar dikirin gule berî serê wan dan.

Ka em xwîşk û bira bûn? Zimanê xwedê dabû me, qedexe kirin. Bi sedan siyasetmedar avêtin zindanan. Cenazeyê Dayika Aysel Tugluk ji tirbê deranîn. Li Surê mizgevt hilweşandin.

Parêzer Tahîr Elçî li ber çavê cîhanê şehîd kirin. Ger ku mizgevta Mescîdil Aksa li Amedê bûya, gelo wê bombe kiribana. Lewre çi cudahiya mizgefta Amedê û ya li Filistînê heye?

Cudahî ev e ew ereb in, em Kurd in, lê çi dikin bila bikin, serkeftin a zarokên Hz. Îbrahîm ê Rihayê ye, dê li hemberî Nemrûd bi ser bikevin. Ev yek di hemû pirtûk û olan de hatiye îspatkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv