Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Waliyê Duhok û Şirnexê li ser projeya herêma leşkerî li hev civiyan

 

WALIYÊ DUHOK Û ŞIRNEXÊ
LI SER PROJEYA HERÊMA LEŞKERÎ LI HEV CIVIYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê vir ve dewam dikin.

Li dijî berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Star artêşa dagirker nikare ji bejahî pêş ve biçe.

Di rojên dawî de şer li qadên Qeşûra û Orê yên bi ser Metînayê ve dijwar bûye.

Dewleta tirk bi hevkarên xwe hewl dide li herêmê xwe bicîh bike.

Ji bo di vê mijarê de jî bighêje armanca xwe, li ser xelkê herêmê zextê dike û wan ji cihûwarên wan dike.

Dewleta tirk van êrişên bi hinceta tasfiyekirina PKK’ê êriş dibe ser Başûrê Kurdistanê.

Ji bo ji van êrişan encam bi dest bixe jî pişta xwe bi PDK’ê germ dike.

Li herême PDK jî bi pratîka xwe xizmetê dide vê polîtîkaya qirker.

Bi taybetî qada Metîna wek qadek stratejîk ya van êrişan hatiye diyarkirin.

Eskerên Tirk li baregehên Kanî Masî, Bêgova, Bamernê û Şeladizê vê şerî koorîne dikin û bi rêve dibin.

Di van êrişan de herêmên Metîna, Amediyê û Zaxo jî xwedî pozîsyonek girîng a stratejîk in.

Armanca dewleta tirk ew e ku bi temamî xwe li van herêman bi cîh bike.

Bi vê ve tê armanc kirin ku herêmên gerîla dorpêç bikin.

Li aliyekî şer didome li aliyekî jî hevdîtinên di navbera PDK’ê û desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bê navber didomin.

Dewleta tirk dixwaze bi hevkariya PDK’ê ve li herêmên sivîl jî bicîh bibe.

Ji bo vê yekê jî hêzên paramîlîter û cerdevan jî li herêmê hatine bicihkirin.

Li sînorê Derkarê 17 gund, li Batîfa 14 gund û li Kanî Masiyê jî 7 gund hatine valakirin.

Qada daristan û zeviyên xelkê herêmê hatiye şewitandin û bi vê yekê re ji 300 şêniyên herêmê bi darê zorê hatine koçber kirin.

Hat hînbûn ku ji bo pratîkirina vê plana qirêj walîtiyên Şirnex û Duhokê di bin navê projeyên hevpar de xebatek hevbeş didin meşandin.

Di çarçoveya vê plana hevbeş de Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan û Waliyê Duhokê Alî Tatar di nava du mehên dawî de 4 caran li hev civiyane.

Hat zanîn ku di van civînên hevbeş de li ser projeya herêmek hevbeş a leşkerî plan tên kirin.

Valakirin û koçber kirina şêniyên herêmê jî di çarçoveya vê planê qirker de tê nirxandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv