“DEMA YEKÎTIYA KURDISTANÊ YE”
HUNERMENDÊN KURD BI WEZARETA PÊŞMERGE RE RÛNIŞTIN
Heyetek ji Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê serdana wezareta Pêşmergeyan a Hukûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Fîrmesk, Beser Şahîn, Şivan Perwer, Hesen Şerîf û Diyar Dersim di heyetê de cihê xwe girtin.
Hunermend ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hatin pêşwazîkirin.
Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat û piştî hevdîtinê daxuyaniyek hat dayîn.
Pêşî Şivan Perwer axivî û got, dijminên gelê Kurd dixwazin Kurd şerê hev bikin.
Diyar Dersim jî da zanîn, ku wan rica ji Wezareta Pêşmerge kiriye, ku hêzên Pêşmergeyan bi erk û roleke erînê rabin.
“DEMA YEKÎTIYA KURDISTANÊ YE”
HUNERMEND BÛN MÊVANÊN WEŞANA ME YA TAYBET JI BO YEKÎTIYÊ
Piştî hevdîtina li wezareta pêşmergeyan, hunermendan serdanên xwe dewam kirin.
Di çarçoveya serdanan de bûn mêvanên weşana me ya taybet a ji bo yekîtiyê û bersiv dan pirsên hevalê me Karwan Çatir.