PARLAMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ LI SER NEDANA MÛÇEYAN KOM BÛ
ZIKRÎ ZÊBARÎ: ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ JI NEDAYÎNA MÛÇEYAN GIRÎNGTIR IN
Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Parlamenteran bi awayekî asayî li hev civiya.
Parlamenteran xwestibû li civînê wezîr jî amade bin.
Rojeva sereke ya civînê krîza aborî û nedayina meaşan bû.
Lê, ji Parlamenterên YNK’ê Zikrî Zebarî di civînê de bi van gotinan êrişkariya dewleta tirk anî rojevê.
Li ser nerehetiya hin parlamenteran ji nirxandinên Zeberî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq ji Zêbarî xwest li ser mûçeyan biaxife.