Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Suleyman Soylû tirsonek û sûcdar e! 24.02.2021

 

VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
SULEYMAN SOYLÛ TIRSONEK Û SÛCDAR E !

Li cem gerîla çare gelek in. Akademiya hewayî jî heye. Ji hewayê ve li dijmin dixin. Di dîrokê de em bûn şahid ku gerîlayên Filistînê balafir revandine. Lê emê bibin şahid ku gerîlayên Kurd balafirên xwe çêdikin. Jixwe niha balafirên bi çek çêkirine. Îro hêzên gerîla yên hewayî, bejahî û deryayî hene.

Bernameyek bi Mûrat Karayilan re hat çêkirin û min bi nivîskî daxuyaniyên Karayilan xwendin. Herî dawî Suleyman Soylû gotibû eger ez Karayilan nekim hezar perçe bila tif li rûyê min bikin. Lê ji bîr dike ku ji 15’ê Tîrmehê û vir ve milyonan car tif li rûyê vî bê terbiyeyî kirine.

Demekê Hasan Cemal gotibû bila PKK sîlehan berde. Ez jî niha hin tiştan bînim bîra wî. Îro li Tirkiyê 355 hezar esker, 350 hezar polîs, 30 hezar bekçî, 160 hezar hêzên paramîlîter, 55 hezar cerdevan û 100 hezar çeteyên girêdayî rejîmê hene. Li ser wan jî Suleyman Soylû disekine. Ev Soylû li aliyekî dibêje gerîla qediya û çend kes mane, lê li aliyê din 6 sal in nikare Karayilan bike hezar perçe.

Karayilan mirovê welatê îsotan e. Zirtên Soylû ne xema wî ne û wiha dibêje; Gotinek heye, dibêjin eger em ji demir tirsiyabana em li trenê siwar nedibûn. Eger em jî ji şehadetê tirsiyabana me ev kar nedikir. Em fedayiyên vî gelî ne. Eger tu jîr be were meydanê. Lê bi xwe were, wekî li Garê zarokên xelkê neşîne kuştinê.

Em dibînin ku Karayilan li wan çiyayan bi gerîlayên ciwan re dimeşe û qedera wî jî wekî ya wan e. Ewqas teknîk û balafirên Soylê bêwate ne. Teknîk û sîxurên wan jî pere nekirin. Serkeftina li Garê ev îspat kir. Karayilan wekî din anî ziman ku ew ji heyetek serbixwe re vekirî ne. Yanî bila heyetek were û li Garê lêkolînan bike. Lê Soylû ne dikare derkeve pêşberî Karayilan û ne jî lêkolîna heyetek serbixwe qebûl bike. Ji ber ku tirsonek û sûcdar e.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv