Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cûmalî Dogan: Dem hatiye bêjin êdî bes e! 24.02.2021

 

CÛMALÎ DOGAN / WELAT
DEM HATIYE BÊJIN ÊDÎ BES E !

Gelê kurd li Wan û Êlihê bi dirûşmeya ‘Yekitiya Neteweyî’ derket meydanan. Tevî hemû hewldanên astengkirinê yên polîsan, gel barîkat derbas kirin û li meydanan meşa xwe domand. Derketina gelê Wan û Êlihê ya meydanan ne tenê ji bo van bajaran, her wiha ji bo hemû Kurdistanê girîng e. Lewra ev berxwedan, li dijî hemû astengiyan bi hincetên cur bi cur ên dewleta TC’ê ya qirker, hêrsa gelê Kurdistanê temsîl dike. Wisa tê xuyakirin, ev hêrsa ku li Wan û Êlihê derket meydanan wê li hemû meydanên Kurdistanê bibe lehî û biherike.

Li Kurdistanê tişta nehat kirin nemaye. Her dema bêndeng dimînin bêtir bi ser mirovan de diçin, bi qirika wan digirin, hewl didin ji bo mirov dikaribin nefesê bigirin û bijîn ji xeynî teslîmiyetê tu rê li ber wan nemînin. Êdî kêr gihîştiye ser hestî. Tevî êrîşên dewleta TC’ê ya qirker û mêtinger, gelê li Wan û Êlihê derket meydanan, li hemberî vê rewşê sekinî û bi vî awayî nîşan da ku rêyeke din heye û helwesta xwe li gorî vê diyar kir.

Ev bi vî awayî derket holê ku kurd li nasname û rûmeta xwe xwedî derdikevin û azadî û berxwedanê tercîh dike. Gelek caran hatiye ispatkirin, ti hêz nikare bi gelekî ku derkeve meydanan bisekinîne. Gelê derdikeve meydan û kolanan tevî hemû astengiyan rêyek dîtiye; tu tank, top, balafir, polîs, cop, gazên jehrî û qedexeyan nikaribûye wî bide sekinandin.

Ji bo gelê Kurdistan ê dibêje ‘Êdî bes e’ pêvajoyeke nû dest pê kir. Mitîngên Wan û Êlihê û beriya wan ziyaretên Leyla Guven ên li Kurdistanê û sekna wê ya li hemberî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û xwedîderketina wê ya li berxwedana zindanan bûn destpêk. Salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî, di nav gel de bû sedema vepirsîn û biryardariyeke nû. Ev biryardarî wê di meha adarê de li axa Kurdistanê kulîlk vebide. Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û 21’ê Adarê Newrozê de wê ev bi awayekî şêmbertir derkeve holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv