GARÊ: KÊLIYA DAWÎ YA TÊKÇÛNÊ
SEZAÎ TEMELLÎ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Di dîroka nêz de dawiya desthilatdariyê ji dema Roboskiyê dest pê kir. Ji ber ku berpirsyaran hesab neda bûyerên bi wî rengî dewam dikin. Operasyonên li derveyî sînor û tezkereyên şer ji bo desthilatdariyê bûye amûrek siyasetê. Di nava deh salên dawî de her operasyoneke derveyî sînor şer û şîdet aniye welat.
Herî dawî jî li Garê ev yek hat dîtin. Piştî Garê wê bê dîtin ku desthilatdarî çawa hilweşiyaye. Rejîma AKP-MHP’ê li ser rejîmeke otorîter û hiqûqa tecrîdê xwe didomîne. Li ser dijminatiya li Kurdan û polîtîkayên şer rewabûna xwe vedişêre.
Ev desthilatdarî qada siyaseta demokratîk bi neçareserkirina pirsa Kurd têk dibe. Her gava ku li dijî demokrasiyê hat avêtin bi xwe re felaketa civakî û aborî anî. Îro tê dîtin ku aştî hilweşiyaye, binpêkirina mafan zêde bûye, daraz têk çûye, xizanî û bêkarî zêde bûye.
Rejîma heyî li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkan çêdike. Her ceribandinekê careke din diceribîne. Li Garê ev yek hat dîtin. Lê dîsa jî desthilatdarî sûcê xwe vedişêre. Tişta ku zane êrişî HDP’ê û Kurdan dike.
Li ser navê têkbirina siyaseta demokratîk niha jî nîqaşa girtina HDP’ê û fezlekeyan dike. Koalîsyona qirêj a AKP-MHP’ê bi awayekî dijminatî li civakê dinêre.
HDP li dijî vê felaketê banga siyaseteke nû dike. Divê em zanibin bê li dijî van êrişan emê çi bikin. Dem hatiye ku li dijî vê faşîzmê bi demokrasiya radîkal em têkoşîna xwe ya demokrasiyê radîkaltir bikin.