PKK’Ê JI “LÎSTEYA TERORÊ” DERXÎNIN
79 AKADEMÎSYEN Û SIYASETVANÊN LI BAŞÛR NAME JI BRÎTANYAYÊ RE ŞANDIN
Bi dehan akademîsyen, siyasetvan û hînekarên zanîngehan li Başûrê Kurdistanê xwestin PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin..
79 kesayetan bi vê armancê nameyek ji serokwezîrê Îngilîstanê Borîs Johnson re şandin..
Di nameyê de tê gotin, bicihkirina PKK’ê di lîsteyê de tenê rê li ber rewakirina zext û êrişên dewleta Tirk vedike..
Kesayetên li Başûrê Kurdistanê bi bîr dixin ku PKK’ê ti carî li dijî Amerîka û hêzên cîhanê ti êriş pêk neanîne û wiha dewam dikin:
Amerîka sala 1997’an tenê ji bersivê bide daxwazên dewleta Tirk, PKK’ê li lîsteya reş bicih kir.
Weke tê zanîn îro dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan sponsoriya komên terorîst ên mîna DAIŞ û Cebeht El Nûsra dike. Li Sûrî Kurdan şerê DAIŞ’ê kir, dewleta Tirk jî êrişî wan dike.
PKK’ê ji bo mafên rewa ên gelê Kurd têdikoşe. Tevî ku heta niha gelek caran PKK’ê niyeta xwe a baş diyar kiriye jî lê hemû bangên wê yên aştiyane hatin paşguhkirin.
Israra bicihkirina PKK’ê di lîsteya terorê de tenê rê li ber şer vedike. Divê hemû welat biryara dadgeha Belçîka a Çileyê sala 2020’an weke mînak bibînin.
Ji bo şerê li dijî Kurdan bidawî bibe, lazime Abdullah Ocalan were azadkirin û PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin..