ŞERÊ NÛ YÊ SAR Û PAŞEROJA MEZIN
VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Şerê li Başûrê Kurdistanê stratejîk e. Têkçûna li wê derê wê bibe hilweşîna rejîma Tirk. Têkçûna gerîla jî wê ya Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat be. Ji bo azadî û rizgariyê rojên bi êş û bi xwîn wê li ber derî be.
Niha li qiraxa tunelê şewqa serkeftinê xuya dike. Rewşa dinyayê diguhere. Şerê nû yê sar dibe ku li Tirkiyê bibe sedema rabûnekê. Ji bo vê yekê jî serkeftina şerê li başûr, têkoşîna parastina destketiyên PKK, gelê Kurd û HDP’ê ketiye nava hevdû.
Bi dijwarbûna şerê sar re PKK çeperên xwe biparêze, wê dinya hemû wekî dewletekê hesabê PKK’ê bike. Dewleta Tirk wekî niha wê nikaribe li deriyê Amerîka û Rûsyayê bide. Wê bibe teref. An wê xwe bide aliyê Rûsya û Çînê an jî wê li aliyê Amerîka û Ewrûpayê cih bigre. Eger wilo neke wê zorê bidinê û nikare li ber xwe bide.
Di rewşeke wiha de wê şoreşa xeta sêyemîn têkeve dewrê. Dewleta Tirk li cem kîjan eniyê be wê aliyê din jî destekê bide PKK’ê. Di rewşeke wiha de wê PKK li dijî Dewleta Tirk bibe xwedî derfetên mezin.
Eceleya wan a li Başûr jî ji ber vê yekê ye. Beriya ku şerê sar dijwar bibe har bûne. Dixwazin PKK ji rewşa guhertinê sûdê wernegire û qels bibe. Şerê li başûr di heman demê de ji bo fetisandina serkeftina paşeroja gelê Kurd e.
Wê demê serkeftina şerû li Başûr ji bo tevahiya gelê Kurd e û girîng e. Ji bo ku Kurd wezîfeya xwe bikin niha demê man û nemanê ye.