Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tayîp Temel: Di meseleya Îsraîl û Filistînê de rêya sêyemîn

 

TAYÎP TEMEL / WELAT
DI MESELEYA ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ DE RIYA SÊYEMÎN

Di 73’emîn salvegera damezirandina dewleta Israîlê de alozî, şer û pevçûnên di navbera dewleta Îsraîlê û rêveberî û rêxistinên filistînî de careke din gur bûn. Di nav hefteyekê de gelek kesan di encama van aloziyan de jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hatin birîndarkirin, bi dehhezaran kes ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Heta niha ji herdu aliyan û bêhtir jî sivîl bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da. Bajar, bi moşekan û bi êrîşên asmanî tên bombebarankirin.

Ji ber gelek taybetmendiyên xwe, meseleya Israîl û Filistînê wek girêkekê bingeha gelek aloziyan e li Rojhilata Navîn, lewre jî encam û serencama vê meseleyê, bandora xwe li ser gelek aloziyên din jî dike li deverê. Ji ber ku dîn-qewmiyet, dewlet û kapîtalîzm bi hevdu ve hatine lehîmkirin, loma jî veguherîn û veçirandina vê girêkê hem gelek dijwar hem jî maliyeteka giran ji bo gelan derdixe meydanê.

Li ser paşxaneyeke wiha, cardin meseleya Israîl û Filistînê îro di rojeva herêmê û cîhanê de ye. Ev meseleya ku niha wek gulokeke êgir hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê bûye mijareke sereke, ji sala 1948’an vir ve ji wê deverê derketiye û bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ji encamên jenosîdê bigire heta xewn û îdeaya “welatekî azad”, ji dagirkerî û hikmkirina terîtoryal a Israilê bigire heta serboriya berxwedan, întîfada, koçberkirin û penaberiyê, meseleya Filistînê wek meseleya Kurdistanê îro cardin veciniqî.

Di 70 salên borî de, ev pirsgirêk nehat çareserkirin û her ku çû giriftî zêdetir bûn û îro rêbaza çareseriyê ya herdu aliyan û sîstema cîhanê ya ku rê li ber van gengeşeyan vedike jî nikare ji vê pirsgirêka ku rehên wê digehê gelek qonaxên dîrokê çareser bike. Kapîtalîzm, qewmiyet û Leviathanparêzî, îro wekî bedenekê ne û hemû pirsgirêkên herêmê kûrtir û aloztir dikin. Îro tabloya li Israîl û Filistînê derketiye holê, cardin nîşan dide ku jeopolîtîka Rojhilata Navîn a xwe dispêre vê qewmiyetparêziya paşverû û desthilatdar, aramî û aştiya temamî herêmê jî dixe bin xetereyeke mezin. Lewre ji her demê zêdetir pêdivî bi rê û rêbazeke 3’emîn heye ku ew jî di halê heyî de miqabilî pergaleke konfederatîf tê ku dikare bibe sîwan ji bo hemû pêkhateyên herêmê ku tê de hemû nirx û taybetmendî tên parastin, bibêşvebirin. Parvekirina desthilatiyê, belavkirina hêz û temsîliyetê ji navendê ber bi perîferiyan ve, rêbaza herî aqilane, mirovî û civakî ye ku şopên wê di dîroka gelên herêmê de hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv