Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Li aliyekî Kurdan lînc dikin, li aliyekî li ser Filistînê digrîn

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
LI ALIYEKÎ KURDAN LÎNC DIKIN, LI ALIYEKÎ LI SER FILISTÎNÊ DIGRÎN

Tirkiye li ser Filistînê digrî. Dewleta Tirk û xelkê wê li dijî Îsraîlê ne ku axa Filistîniyan dagir dike. Dibêjin em qebûl nakin Filistînî koçber bibin. Dorpêçkirina Xazze û derdora wê jî qebûl nakin. Li ser koçberkirin û bombebarana li dijî Filistîniyan diqeherin. Lê ev xemgînî û qahra wan ne samîmî ye.

Niha em dibînin ku xelkê Ûygûrê jî misilmane û di bin zexta Çînê de ye. Welatiyên Ûygûr ji Tirkiyê alîkariyê dixwazin û tevî vê yekê jî ji Dewletê û hukûmetê deng dernakeve.

Ew girseya ku li ser Ûygûran digrî li meydanan xuya nake. Li Tirkiyê pirsgirêka sereke ne ya hukûmet û desthilatdariyê ye. Pirsgirêk civaka ku niha têde ye.

Em li sê bûyerên di hefteya dawî de binêrin û çend mînakan bidin.

13’ê Gulanê malbatek Kurd ji Başûrê Kurdistanê li Mêrsinê hate lînckirin. Êrişkaran malbat lînc kirin. Waliyê Mêrsinê jî got bûyereke ji rêzê ye û divê neyê mezinkirin.

Ew akademîsyen, nivîskar û kesên li ser Filistînê digiriyan û Îsraîl şermezar dikirin deng ji wan derneket.

Di 14’ê Gulanê de jî ciwanek 16 salî ji Rihayê çûbû Sakaryayê û dema ku li ser telefonê bi malbata xwe re Kurdî diaxivî hat lînckirin. Ji mizgeftan heta zanîngehan qala zilma li ser Filistînê dikin, lê dema mijar dibe Kurd êrişkaran destek dikin.

Şaredariya bajarê mezin a Amedê jî navê tabelayên tax û kolanan guhert. Sedema guhertinê jî ala Tirk lê zêde kirin.

Ji bilî Amedê tiştek wiha li ti devera Tirkiyê çênebû. Ev yek polîtîkaya dagirkirina Kurdistanê ye.

Siyasetmedarekî berê ji bo reforma hiqûqê gotibû li Tirkiyê pêdivî bi reforma exlaq û wicdanê heye. Reforma exlaq û wicdanî tê wateya ku mirov li mirovatiya xwe vegere.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv